Wezîrê Îtalî ji ber tehdeya li penaberan wê îfadeya wî were standin

Alîkarê serokwezîrê rastgir ê radîkal ê Îtalyayê Matteo Salvînî ji hêla dozgeriyê ve, bi sedema ku tehde li penaberan kiriye wê îfadeya wî were standin.

Dozgeriya Sicîlyayê ya Italyayê ji ber fermana qedexeyê daye ku keştiya bi navê Ubaldo Dîcîottî nêzî peravê bibe, ku 150 penaber tê de bûn, li ser Matteo Salvînî lêpirsîn da destpêkirin.

Hate gotin bi çarçoweya lêpirsînê Salvînî wê îfadê bide.

Bi fermana dozgeriyê tê gotin ku Salvînî xala pêncan a mafê mirovan a Peymana Mafê Mirovan binpê kiriye.

Tê gotin komeke dozgeran ji bo ku îfadê bistînin çûne Romayê û piştî demekê wê Salvînî derkeve ber dozgeran.

Keştiya Ubaldo Dîcîottî ji bo penaberên ku hewl didin Behra Spî derbas bikin derketibû rê û xwe gihandibû 150 penaberê ku li ber mirinê bûn.

Lê hikûmeta Italyayê qedexe kiribû ku keştî were peravê û ji welatên YE’yê xwestibû ku penaberên di keştiyê de li nav xwe par ve bikin.