Wezîra Edaletê ya Swîsre: DAÎŞ’î yên Swîsreyî bila li wir werin darizandin

Wezîra Edaletê ya Swîsreyê Karîn Keller-Sûtter ji bo welatiyên Swîsreyî yên di nava DAÎŞ’ê de got; "Bila li Sûriye û Iraqê werin darizandin".

Ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ’ê yên biyanî ku ji aliyê hêzên YPG, YPJ û QSD’ê hatibûn girtin, rayedarên Bakur Sûriye û Rojava bi dehan bang li welatên Ewropa kiribû ku welatiyên xwe bigrin.

Têkildarî mijarê Wezîra Edaletê ya Swîsreyê Karîn Keller-Sûtter daxuyanî da û got; “Ji bo min ya destpêkê ewlehiya gelê Swîsre û hêzên ewlehiyê ye. Tercîha me ew e ku li welatên ku lê ne werin darizandin.”

Keller-Sûtter wiha domand; “Yên bi daxwaza xwe li Sûriye û Iraqê çûyîn şer paşve anîna wan re em ê Swîsreyiyan bixin talûkeyê? Em ê li cihên ku hatine dîtin darizandina wan bikarin bikin? Delîlan kom bikin û prosedurekî normal bişixulînin? Gelek zehmet e, di rewşekî wiha de dadgehên Swîsreyî bifikirin, wê çawa bûyeren li Sûriyeyê qewimîn bidarizîne?”.

Li gorî Serwîsa Îstixbaretê ya Swîsreyê 93 kes ji Swîsreyê çûn e Sûriye û Iraqê. Ji aliyê îstixbaretê hate diyar kirin ku ji van 79 li Sûriye û Iraqê ne. Hate gotin ku ji van 27 kes mirin e û 16 jî paşve vegeriyan e.

Serokê DYE Donald Trump jî roja Şemiyê banga darizandina welatiyên di nava DAÎŞ’ê de li dewletên Ewropa kiribu.