Welatparêzê Kurd Şêrzad Beygî Zade jiyana xwe ji dest da

Çalakvanê siyasî û welatparêzê Kurd Şêrzad Beygî Zade 6’ê Nîsanê ji ber nexweşiya koronayê jiyana xwe ji dest da.

Welatparêzê Kurd û çalakvanê siyasî Şêrzad Beygî Zade yê sala 2005’an ji ber kar û barên xwe yên siyasî ji aliyê rejîma Îranê ve bi endambûna Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) destgîrkiribû. Beygî Zade bi qasî 4 mehan li girtîgehên Îtilatê ya rejîma Îranê bi êşkenceyên giran re rû bi rû dimîne û di êşkenceyê de lingek wî tê şikandin.

Piştî êşkenceyên giran dadgeha rejîma Îranê daxwaza 10 sal ceza li ser Beygî Zade disepîne. Parêzerên Baygî Zade ev ceza îtiraz kir û herî dawî 1 sal ceza lê hate birîn. Dadgehê ceza erê kir û sala 2009’an Şêrzad Beygî Zade hate girtin.

Şêrzad Beygî Zade kurê Hecî Elî Beygî Zade ye ku yek ji malbatên welatparêz ên mezin a Ûrmiyê ye. Piştî Beygî Zade hate berdan û şûnde jî tim di bin çavêdêriya hêzên ewlehî ya îtilatê de bû ku her meha ji bo emniyetê dihate vexwendin û diavêtin ser malê û lêgerîn dikirin.

Yek ji kesên nêzîkî Şêrzad Beygî Zade agahî da ANF’ê û ragihand ku Şêrzad Beygî Zade ji ber êrîş û guşarên îtilatê yên neçar dimîne ku gundê Hursîn vala bike û berê xwe bide bajarê Ûrmiye. Lê mixabin li wir jî îtilatê zext lê dikir.

Herî dawî Şêrzad Beygî Zade roja Sêşemê 6’ê Nîsanê ji ber nexweşiya şewba vîrûsa korona jiyana xwe ji dest da.