Welatiyên Mexmûrê êrîş protesto kirin

Welatiyên Mexmûrê piştî êrîşa balafirên şer li pêşiya nexweşxaneyê kombûn û êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi dirûşman protestokirin.

Welatiyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê piştî birîndar birin nexweşxaneyê, li ber derê nexweşxaneyê kom bûn û helwesta xwe bi dundî raber kirin.

Endamê Meclîsa Gel a Mexmûrê Mihemed Goyî li pêşiya nexweşxaneyê peyamek da û got: “Divê em wargeh di hemû aliyan de baldar bin. Dijmin çiqasî tenga dibe û derb dixwe sivîlan dike hedef. Em li dijî hemû êrîşan yekîtiya xwe çêbikin û xwedî helwestekî yek alî bin. Tevî her tiştî kombûna me ya gel di her şert û mercan de dike ku dijmin têk biçe.

Goyî destnîşa kir ku di êrîşê de du welatiyên sivîl bi sivik birîndar bûne. Goyî bal kişand ser direwên çapemeniya Tirk û got: “Bila gel ji nûçe û agahiyên medyaya şerê taybet bawer nekin.”

Her wiha Goyî diyar kir ku li benda heyetkê bûn ku bê, lê nehat.

Goyî bi domdarî got: “Ev êrîş û seneryoyên tên kirin hemû ji bo dagirkeriya xaka Başûr in. Hincet ne PKK ye, dagirkeriya Kurdistanê ye. Em êrîşan şermezar dikin.”

Gel bi dirûşmên ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bimre xiyanet’ belav bûn.