Welatiyên Iraqê li dijî nelirêtiyê daketin kolanan

Li Bexdayê ya ku paytexta Iraqê ye û bajarên mezin yên li başûrê welat, roja Înê ji bo protestokirina rêveberî û nelirêtiyê carek din çalakî lidarxistin.

Nêzî sê hefteyan e xwepêşandanên protestoyê li Iraqê tên lidarxistin. Xwepêşandanên ji ber polîtîkayên aboriyê, bêkarî, xizanî û pirsgirêkên av û elektrîkê tên lidarxistin. Di xwepêşandanan de mudaxeleya hêzên biyanî û siyasetmedar jî hene.

Heta niha di xwepêşandanên  protestoyê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane. Roja Înê (duh) li Bexda û li gelek bajarên başûrê welat gel carek din daket kolanan. Li Bexdayê bi hezaran kesî dirûşmeyên ‘Ji nelirêtiyê re na’ , ‘Îran bicehime’ , ‘Rêveberên diz û hejar’ qêriyan.

Li cihê ku xwepêşandanên protestoyê destpêkirî li Basrayê bi hezaran kes li pêşiya walîtiyê li hev civiyan. Li bajarê Nasiriye yê dikeve başûrê welat gel pankarta ‘Ji nelirêtiyê re na, ji guhertinê re erê’ hildan. Li aliyê din xwepêşandan li Necef û Mîsan jî hatin lidarxistin.

Nava rojê berdevkê Ayettûllah Alî Sîstanî daxuyaniyek da û bang li hikûmetê kir ku ji bo daxwazên çalakgeran hemû tiştî bike.

Li Iraqê piştî hilbijartina 12’ê Gulanê hejmartina dengan ji nû ve dest pê kiribû hê jî didome. Sîstanî xwest ku hikûmet ji kesên girîngiyê didin zelalbûnê û ji kesên bi bandor pêk were.