Wekîla Swîsreyî: Ji bo Ocalan tevgereke navneteweyî divê

Wekîla Swîsreyê Laûrence Fehlmann Rîelle diyar kir ku Konseya Ewropa û CPT jî di tecrîdkirina Ocalan de berpirsyar in û got, ji bo Ocalan divê tevgereke navneteweyî bê avakirin.

Wekîla Partiya Sosyalîst a li Parlamenta Neteweyî Laûrence Fehlmann Rîelle li ser binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê, helwesta Ewropayê û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivî.

'HÊVIYA MIN JI PAŞEROJA TIRKIYEYÊ NÎNE'

Rîelle işaret bi fikarên xwe yên li ser Tirkiyeyê kir û got, "Erdogan piştî ku di hilbijartinê de bi ser ket otorîteya xwe ava kir û zext li her kesî kir, bi taybetî li mûxalefetê. Her kesên li dijî Erdogan û rejîma wî ne, mîna sûcdarên gengaz tên dîtin."

Rîelle diyar kir, binpêkirina mafên mirovan ên ji aliyê rejîma Erdogan ve tê kirin ne tenê li nava sînorên Tirkiyeyê ye û bal kişand ser dagirkirina Efrînê. Rîelle got, mafên ku li nava Tirkiyeyê tên binpêkirin û kiryarên li derveyî sînor tên kirin li dijî qanûnên navneteweyî ne. Dikarim bi zelalî bêjim ku hêviya min ji paşeroja Tirkiyeyê nîne."

Fehlmann Rîelle got, Erdogan bi serketina xwe ya di hilbijartinên dawî de li Tirkiyeyê rejîma dîktatoriyê ava kir, ji ber ku êdî mekanîzmayeke bi tenê heye ku li ser her tiştî biryarê dide.

'EWROPAYÊ DESTÊ ERDOGAN XURT KIR'

Rîelle işaret bi berpirsyariya Ewropayê ya di vî warî de kir û got, "Ewropa ku hikumeta Erdogan destpêkê weke Îslama nerm û modern pênase dikir û destek dida, di rewşa heyî ya Ewropa de roleke mezin lîst. Peymanên bazirganiyê yên wê wextê hatin îmzekirin û heta niha jî didomin, ji Erdogan re bûn alîkar ku ewqasî xurt bibe. Herî dawî bi Tirkiyeyê re li ser penaberan peyman hate mohrkirin, alîkariya pereyan ji Tirkiyeyê re hate dayin û însiyatîf ji Erdogan re hate naskirin. Ev yek di avakirina rejîma dîktator a Erdogan de xwedî bandor bûn. Serkêşên van welatan jî Îngilîstan û Elmanya ne. Ewropa ji bo xatirê berjewendiyên xwe, li pêşberî dîktatoriya Erdogan a roj bi roj mezin bû, bêdeng ma. Û rewşa heyî ne baş e."

'DI HILBIJARTINÊN XWECIHÎ DE ERDOGAN DIKARE BÊ QELSKIRIN'

Wekîla Swîsreyî Laûrenc Fehlmann Rîelle li ser girîngiya hilbijartinên xwecihî got, "Di vê hilbijartinê de wê şexsek an jî serokê welatekî neyê hilbijaritn. Mirov wê li ser şêweyê rêvebirina cih û bajarên xwe biryarê bidin. Dema ku mirov rewşa heyî ya li Tirkiyeyê û mexdûriyeta mirovan bînin pêş çavên xwe, dikarin bêjin ku di vê hilbijartinê de Erdogan dikare were qelskirin. Bi taybetî eger mûxalefet li bajarên mezin ên mîna Stenbolê namzetekî hevpar nîşan bide û karibin li hev bicivin, wê Erdogan li van bajaran winda bike. Windakirina bajarên mezin jî wê Erdogan qels bike. Ev hilbijartin wê rejîma Erdogan ji holê raneke, lê belê ji bo paşerojê dibe ku bibe hêvî."

'BÊDENGIYA CPT Û KONSEYA EWROPAYÊ NAYÊ FÊHMKIRIN'

Di dewama axaftina xwe de Rîelle rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û got, "Rewşa Ocalan gelekî girîng e. Bi rengekî vekirî mafên mirovan ên Ocalan tên binpêkirin. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de Ocalan aktorekî mezin û girîng e. Ocalan yek ji îmajên herî girîng ên PKK'ê ye. Bi kurtasî, Ocalan ji aliyê Kurdan ve weke lîder hatiye qebûlkirin. Bêdengiya li pêşberî binpêkirina mafên mirovan ên kesayetekî ewçend girîng, jinedîtî hatina vê yekê nayê qebûlkirin. Li gorî hiqûqa gerdûnî şert e ku Ocalan jî ji mafên hemû mehkûman sûdê werbigire. Hevdîtina Ocalan a bi malbatê û parêzeran mafekî herî bingehîn e. Nabe ku ev bê astengkirin. Hêz û parêzerên pêşverû divê li ser vê mijarê rawestin.

Ji binpêkirina mafên mirovan ên Ocalan, Konseya Ewropa, Parlamenta Ewropa û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) jî berpirsyar in. Bêdengiya van saziyan ne ya fêhmkirinê ye."

'DIVÊ JI BO OCALAN TEVGEREKE NAVNETEWEYÎ WERE AVAKIRIN'

Rîelle got, ji bo balê bikişîne ser şert û mercên Ocalan di nav de ye, pêwîste tevgereke navneteweyî ya ku gelek hêz tê de ne bê avakirin. Rîelle wiha dewam kir: "Bi beşdariya wekîlên ji Parlamenta Ewropayê, parlamentên welatên din, siyasetmedar û rewşenbîran, divê tevgereke berfireh were organîzekirin. Ev tevger divê bala medya navneteweyî jî bikişîne ser vê mijarê. Medya girîng e. Bi kurtasî divê rewşa Ocalan li qada navneteweyî bê vegotin.

Kêm maye ku dema Ocalan a mayina li girtîgehê bibe bi qasî dema girtîmayina Mandela. Ev ne demeke hêsan e. Eger mirov rola Ocalan a li nava gelê Kurd û binpêkirina mafên wî bînin ber çavên xwe, hingî gelekî girîng e ku li qada navneteweyî tevgerek jê re bê avakirin."