Vîrûsa Korona: Yekîtiya Ewropayê sînorên xwe yên derve girt

Yekîtiya Ewropayê biryar da ku herî kêm ji bo 30 rojî sînorên xwe yên derve hemûyan bigire.

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron ragihand, di çarçoveya tevdîrên nû de yên li dijî şewba Covîd-19, Yekîtiya Ewropayê û qada Schengenê sînorên xwe yên derve hemû girtine.

Macron diyar kir ku ev tevdîr herî kêm wê ji bo 30 rojî bin û got, "Me Ewropiyan biryareke hevpar wergirtin. Wê sînorên Yekîtiya Ewropayê û qada Schengenê ji Sêşemê û pê ve bên girtin. Di rewşa niha de jin û mêr ên Fransî yên li derveyî welat û dixwazin vegerin welatê xwe, wê karibin vegerin welat."