Vîrûsa Korona: Lubnanê deriyên xwe girt

Li Lubnanê, ji bo têkoşîna li dijî şewba Covîd-19, şêniyên welêt neçar in ku du hefteyan li malên xwe bimînin. Balafirgeha navneteweyî, bendergeh û deriyên sînor jî bi demkî hatin qedexekirin.

Wezîra Ragihandinê Manal Abdul Samed tevdîrên ji aliyê hikumetê hatin wergirtin eşkere kir. Samed diyar kir ku mecbûrî ye ku welatî li mala xwe bimînin û tenê di rewşeke gelekî pêwîst de divê derkevin derve. Ev tevdîra karantînayê wê herî kêm heta 29'ê Adarê bidome.

Li welatê ku 4.5 milyon nifûsa xwe heye, her wiha zêdeyî milyonek penaberên Sûriyeyî hene. Heta niha 99 nexweşên bi vîrûsa Covîd-19 hate tespîtkirin û 3 kes ji ber vîrûsê mirin.

Di çarçoveya tevdîran de wê Balafirgeha Navneteweyî ya Beyrûdê ji roja Çarşemê û pê ve heta 29'ê Adarê girtî be. Derbasbûna ji bendergeh û deriyên sînor jî bi rengekî demkî di heman demê de qedexe bin.

Tevî vê yekê ji bilî firin û şîrketên xwarinê, wê şîrket hemû û cihên bazirganiyê girtî bin.

Hikumetê navendên sporê, bar û dîskotek jî qedexe kir. Di vê çarçoveyê de konser û çalakiyên hunerî hatin betalkirin. Banka wê vekirî bin. Di asta herî kêm de divê xizmetê bidin.

Rayedarên Şîa û Sûnî jî nimêjên Înê û kombûnên din hemûyan ên li mizgeftan heta fermaneke nû rawestandin.