Valahiya budçeya DYA'yê 17 ji sedî mezin bû

Di serdema serokatiya Donald Trûmp de valahiya budçeya federal a DYA'yê bi yek ji pênc paran mezin bû û gihîşt 779 milyar dolarî.

Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hejmara li ser Sala Budçeyê ya 2018'an eşkere kir ku dawiya meha Îlonê hate girtin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, lêçûnên dewleta federal ên sala 2018'an li gorî sala 2017'an bi rêjeya 3 ji sedî zêde bûn û gihîşt 4 trilyon û 108 milyar dolarî. Hatineya giştî ya dewletê jî 3 trilyon û 329 milyar dolar bû. Li gorî sala 2017'an, hatineya dewletê bi 14 milyar dolarî zêde bû.

Valahiya budçeya federal a îsal bi rêjay 17 ji sedî zêde bû û gihîşt 779 milyar dolarî. Ev yek ji sala 2012'an û vir ve valahiya herî zêde ya di budçeyê de ye.

Hate ragihandin, lêçûnên bernameyên parastinê bi rêjeya 6 ji sedî û yên ewlekariya neteweyî jî 35 ji sedî zêde bûne û vê yekê bandor li zêdebûna valahiya budçeyê kiriye.

Hate gotin, ji ber kêmkirina baca şîrketan, hatineya dewletê ya federal îsal gelekî kêm bûye. Baca ku ji şîrketan tê stendin, îsal ji 35 ji sedî daket 21 ji sedî. Ev yek jî bû sedem ku rêjeya hatineya ji bacê 22 ji sedî kêm bibe û dakeve 263 milyar dolarî.

Baca li malan tê girtin jî bi rêjeya 1 ji sedî hate zêdekirin û bi vê yekê re 2 trilyon û 379 milyar dolar hate bidestxstin.