Va ye lîsteya çeteyên ku li Efrînê hatine kuştin

ANF’ê xwe gihand lîsteya çeteyên ku li Efrînê hatine kuştin. Li gorî lîsteyê di deh rojan de 103 çeteyên li ser nifûsa Helebê hatine kuştin.

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê kete roja 31’emîn. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAÎŞ-El Kaîde yên ku li ser navê OSO bi artêşa Tirk re tevdigerin, li hemberî ‘Berxwedana Serdemê’ ya QSD û gelên Efrînê têk diçin.

Berxwedêrên serdemê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didin lê vê têkçûna wan ji raya giştî tê veşartin. Him rayedarên dewleta Tirkiyeyê û him jî çapemeniya Tirkiyeyê di vî warî de zêdetir hewl didin. ANF’ê lîste çeteyan bi dest xist, ên ku li Efrînê hatine kuştin.

Lîste kom bi kom hatine amadekirin. Ev kom wekî bajarên Heleb, Îdlîb û Ezazê hatine amadekirin. Di lîsteyan de nav, paşnav, dîroka jidayîkbûnê, navê dê û bavê çeteyan û bajarên ku lê dijîn hatiye nivîsandin.

DI 10 ROJÊN PÊŞÎN DE 103 ÇETEYÊN LI SER NIFÛSA HELEBÊ HATINE KUŞTIN

Lîsteyek di roja 10’emîn a êrîşan de hatiye çêkirin û di vê lîsteyê de 103 windahiyên li ser nifûsa Helebê hene. Lîsteya komên ku ji Îdlîb, Ezaz, Cerablûs û Babê hatine jî, cihê ne. Tê diyarkirin ku hema hema hemû ev komên pêşîn hatine kuştin. Tê ragihandin ku leşkerên Tirk ên li Efrînê hatine kuştin jî ji leşker û çeteyên li eniyan tên veşartin.

Tê diyarkirin ku gelek çete ji ber ku li hemberî QSD’ê nikarin şer bikin, ji eniyan direvin. Di heman demê de tê ragihandin ku MÎT jî li kampên penaberan ji bo şerê li dijî Efrînê çeteyan berhev dike. Tê diyarkirin ku bi taybetî li kampên li Dîlok û Kîlîsê ev tişt tê jiyîn û kesên ku wê biçin Efrînê şer bikin jî 100 dolarî didin wan.

Va ye beşeke lîsteya çeteyên hatine kuştin:

1.Mistefa Ebdulezîz

Dîroka jidayîkbûnê:1985/Heleb

Navê dê û bav: Cemîle/Mihemed

2. Mehmûd Şêx

Dîroka jidayîkbûnê:1988/Helep

Navê dê û bav:Sûat/Şahot

3. Elî El Omer

Dîroka jidayîkbûnê:1975/Heleb

Navê dê û bav:Samiya/Elûş

4. Malîk Hemdoş

Dîroka jidayîkbûnê:1995/Heleb

Navê dê û bav:Semîra/Ebdurehman

5. Mistefa Şema

Dîroka jidayîkbûnê:1991/Heleb

Navê dê û bav:Xaliya/Ebdulkadir

6.Casim El Elî

Dîroka jidayîkbûnê:1975/Heleb

Navê dê û bav:Elî/Mistefa

7.Ehmed Cûma

Dîroka jidayîkbûnê: 1985/Heleb

Navê dê û bav:Fatima/Mihemed

8.Nîdal Bozo

Dîroka jidayîkbûnê: 1991/Heleb

Navê dê û bav:Huda/Eydo

9.Mihemed Henan

Dîroka jidayîkbûnê:1996/Heleb

Navê dê û bav: Fatîma/Ebdo

10. Mihemed Feyhan

Dîroka jidayîkbûnê: 1985/Heleb

Navê dê û bav: Meryem/Cemal