Trûmp wê di nava ‘demek kurt’ de biryara xwe bide!

Serok Dewletê DYA’yê Donald Trûmp, têkildarî êrîşeke li dijî Sûriyeyê bi şêwirmendên xwe re wê bicive.

Li gorî daxuyaniya Trûmp dayî, ji bo rejîma Beşar Esad ceaza bike wê di nava demeke kurt de, têkildarî mijara çalakiyeke leşkerî biryar bide.

Trûmp ê anî ziman ku wê li gel şêwirmendên xwe bicive wiha got: “Îro têkildarî mijara Sûriyeyê civînek lidar dixin. Trûmp got: “Encama ku der bikeve em ê bi hev re bibînin.”

Trûmp 11’ê Nîsanê li ser hesabê xwe yê Twîtterê meydan ji Rûsyayê re xwestibû û wiha gotibû: “Rûsya soz da Sûriyeyê ku hemû moşekên bi ser Sûriyeyê de werin bîne xwarê. Amade be Rûsya, ji ber ku ew tên, xweşik in, nû ne û 'zîrek' in.”