Trump wê biryara xwe ya li ser Îranê îro bide

Hate ragihandin, Serokê DYA Donald Trump wê biryara xwe ya li ser paşeroja peymana nukleerê ya bi Îranê re hatiye mohrkirin îro bide.

Peymana Nukleerê sala 2015'an di navbera Îranê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Fransa, Elmanya, Brîtanya Mezin, Çîn û Rûsyayê de hatibû mohrkirin. Tê payin ku peyman ji aliyê Trump ve bê redkirin.

Trump bi gotina, "Yek ji peymanên herî nebaş ên dîroka DYA ye" Peymana Nukleerê rexne dike. Li gorî vê peymanê, bernameya nukleerê ya Îranê wê tenê ji bo armancên sivîl be û navendên wan jî li kontrola navneteweyî werin vekirin. Li gorî peymanê, di berdêla vê yekê de jî wê pêkanînên aboriyê yên navneteweyî yên li ser Îranê gav bi gav bihatina rakirin.

Donald Trump, dema rawestandina pêkanînên li ser Îranê, meha Çileyê 'cara dawî' dirêj kiribû. Trump di berdêla vê yekê de xwestibû ku peyman ji nû ve bê nirxandin û kontrolên li ser Îranê bên şidandin.

Çav li rê ye ku Trump li gorî dema DYA saet 14:00 (Dema Ewropayê saet 20:00) biryara xwe ya dawî ya li ser peymanê eşkere bike.