Trûmp tenê di qada aborî de dilê hilbijêran xweş dike

Li gorî ankêteke dawî ya li DYA’yê ji ber sûcdariyên li ser tîma hilbijartinê popularîteya Trûmp kêm bûye û gel herî pir destekê dide polîtîkayên aboriyê yên Trûmp.

Li gorî ankêteke ku Washîngton Post û ABC News ji Nîsanê ve ev cara duyan e dikin, desteka li polîtîkayên Serokê DYA’yê Donald Trûmp kêm bûye. Desteka ku Nîsanê 40 ji 100’î bû, bû 36 ji 100’î. Nîsanê rêjeya ku ji polîtîkayên Trûmp ne kêfxweş bûn 56 ji 100’î bûn.

Piştî ku şefê berê yê kampanyaya hilbijartinê yê Trûmp Paul Manafort sûcdar hate dîtin 49 ji 100’î yên Amerîkiyan dixwazin pêvajoya ji peywirê girtinê ya Trûmp dest pê bike. 46 ji 100’î jî dixwazin Trûmp karê xwe bidomîne.

JI NÎVÊ ZÊDETIR DIBÊJIN BI DESTWERDANA LI DARAZÊ SÛC DIKE

Li gorî lêkolînê 53 ji 100’î yên Amerîkiyan mudahaleya li dozgerê taybet Robert Mueller ku lêpirsîna destwerdana Rûsyayê ya li hilbijartina 2016’an dike, şaş dimîne. Ev beş dibêje Trûmp bi destwerdana li darazê xwe dike sûcdar.

DESTEKA MEZIN LI POLÎTÎKAYA ABORIYÊ YE

Her wiha li gorî ankêtê gelê Amerîkayê herî pir destekê dide polîtîkayên aboriyê yên Trûmp, 45 ji 100’î polîtîkayên aboriyê yên Trûmp serkeftî dibînin û bi heman rêjeyî jî polîtîkayên aboriyê yên Trûmp ne serkeftî dibînin.

78 ji 100’î yên hilbijêrên Partiya Komarparêz Trûmp serkeftî dibînin, 93 ji 100’î yên hilbijêrên Partiya Demokrat Trûmp ne serkeftî dibînin.

Ji hilbijêrên serbixwe jî 59 ji 100’î yên hilbijêran li dijî Trûmp in.