Trûmp Quds bi paytextbûna Israîlê ragihand

Donald Trûmp biryara xwe ya li ser Qudsê, ku bûbû sedema nîqaşan ragihand û got ew ê Qudsê bi paytextbûna Israîlê nas bikin.

Serokdewletê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li gel helwesta ji hêla gelek dewletan hatî nîşan jî biryar da ku Qudsê bi paytextbûnê nas bike.

Trûmp ji çapemeniyê re daxuyanî da û yasaya derbarê Qudsê ku ji 1995’an ve tê taloqkirin pejirand. Trûmp got, ‘kêşe wê bi taktîkên ne serkeftî’ çareser nebin û got biryara wi ‘helwesteke nû ye’.

Yasaya ku 1995’an li Kongreya DYA’yê hatî qebûlkirin Quds bi paytextbûna Israîlê nas dikir. Lê ji wê demê ve hemû serokên DYA’yê, bi hinceta ku ‘wê talokeyê bîne ser ewlehiya welêt’ yasa nedipejirandin.