Trûmp nerazîbûn nîşanî bilindkirina nirxê petrolê da

Serokê DYA Donald Trûmp nerazîbûn nîşanî biryara zêdekirina nirxê petrolê ya dewletên endamê OPEP’ê da û wiha got; “Ev bilindkirina sûnî nayê qebûlkirin.”

Trûmp li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û wiha got; “Wiha tê dîtin ku OPEP ji nû ve destpê kir. Gemiyên bi bar ên li behrê jî di nav de, li her derî hacmên petrolê ên bi rekor, nîşana bilindkirina nirxê petorlê da. Ev tiştek ne baş e û nayê qebûl kirin.”

Di sala 2015’an de piştî ku nirxê bermîla (Varêl) petrolê daket xwarê, di serî de Rêxistina Welatên Îxracata Petrolê OPEP û Rûsya, welatên din di sala 2017’an de hevpeymanek çêkir. Bi vê hevpeymanê re di salekê de petrola hişk 40 ji sedî nirx qezenç kir.

Roja Çarşemê bi daxuyaniya kêmkirina stokên Amerîkayê û nûçeya Reuters ya ku têkildarî nirxê petrolê ku Erebîstana Siûdî bermîla pêtrolê derxîne 80 heta 100 dolaran, li bazaran bi rêjeya 3 ji sedî nirx qezenç kir.