Trûmp ji peymana nukleer a Îranê vekişiya

Serokê DYA’yê Donald Trûmp anî ziman ku bernameya nukleer a Îranê nehatiye astengkirin û ji bo aştiyê tehdîd e, ragihand ku ji peymana nukleerê vekişiyaye.

Trûmp diyar kir ku Îran li şûna ku bernameyên nukleer asteng bike, berovajî ji berê hê zêdetir pêşxistiye. Trûmp anî ziman ku ev peyman ‘Ne mîzane’ û ‘Bi felaket e’.

Trûmp destnîşan kir ku peymana ku sala 2015’an îmze kiribû, divê hê bi ‘Çêker’ ba, lê ev yek li ber çav nehate girtin, helwest raber kir.

Donald Trûmp bîbîr xist ku eger peyman ji nû ve bi muzakereyan neyê kirin, wê welatê wî ji peymanê vekişe. Trûmp anî ziman ku bi qasî pêwîst peymana nukleerê nehate sînordarkirin. Trûmp diyar kir ku nukleera li Îranê ji bo aştiya navneteweyî û herêmî gef e.

Trûmp ragihand ku wê vekişîna ji peymana nukleerê li ser ekranên televîzyonan bi zindî îmze bike, ji bo li dijî vê jî wê bi mutefîkên xwe re li rêyên nû yên peymana bigerin. Trûmp anî ziman ku çi li Îranê yan jî li Rojhilata Navîn rê nade ceribandinên nukleerî.

Trûmp piştî axaftinê û şûnde karnameya ku sala 2015’an bi Îranê re ku têkildarî nukleerê îmze kiribû, di weşana zindî de îmze kir.

Peyma sala 2015’an li gel Îran û DYA’yê Elmanya, Fransa, Brîtanya, Çîn û Rûsya îmze kiribûn.