Trûmp gef li WHO'yê xwar
Serokê DYE'yê Donald Trûmp Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) sûcdar kir ku pandemiya Covîd-19 baş nikare bi rê ve bibe û gef xwar ku wê piştgiriya malî ya Emerîkayê ya ji bo vê saziyê bibirin.
Serokê DYE'yê Donald Trûmp Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) sûcdar kir ku pandemiya Covîd-19 baş nikare bi rê ve bibe û gef xwar ku wê piştgiriya malî ya Emerîkayê ya ji bo vê saziyê bibirin.
Trûmp WHO sûcdar kir ku xwe li aliyê Çînê digire. Trûmp li Qesra Spî civîneke çapemeniyê pêk anî û got, "Em ê piştgiriya ji bo WHO'yê betal bikin."
Trûmp got, "Ez nabêjim ku ez ê vê bikim, lê belê em ê dibetiya vê yekê lêkolîn bikin."
Trûmp diyar kir ku her tişt mîna ku bi kêrî Çînê tê xuya dike û destnîşan kir ku ev yek ne ya qebûlkirinê ye.
Trûmp her wiha anî ziman ku WHO hîn di gelek tiştên din de neheq e, lê detay eşkere nekir.