Trûmp gef li Venezûelayê xwar

Trûmp, têkildarî bûyerên li Venezûelayê diqewimin got, alernatîfa leşkerî jî li ser maseyê ye.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp, li ser rewşa Venezûelayê daxuyanî da. Li ser pirsa, 'alternatîfên têkildarî Venezûelayê' Trûmp got, "Têkildarî Venezûelayê gelek alternatîfên me hene. Di vê navberê de ez ê vebijarka leşkerî jî jinedîtî ve neyêm."

Trûmp anî ziman, çawa ku li gelek herêmên cîhanê leşkerên xwe bi cih dike, dikare vê vebijarkê ji bo welatê Amerîka Navîn Venezûelayê jî binirxînin.

Serokdewletê Venezûelayê Nîcolas Madûro destnîşan kir, ku yekane rêya derxistina welêt ji nava krîza aborî û siyasî, ji nû ve nivîsandina destûra bingehîn e. Tevî boykota mûxalefetê jî Madûro dabû xuyakirin, ku wê 30'ê Tîrmehê ji bo diyarkirina nûnerên meclîsa damezrîner hilbijartinê bike. Di daxuyaniya Konseya Hilbijartinê ya Neteweyî ya Venezûelayê de hat ragihandin, 8 mîlyon kesî di hilbijartinê de deng dane. Lê mûxalefetê îdîa kiribû ku tevlî bûn 2-3 mîlyon bû.

Ji dawiya meha Adarê û vir ve li dijî hikumeta Madûro çalakiyên protestoyî tên lidarxistin û herî kêm 125 kesan jiyana xwe ji dest dan, 1.500 kes birîndar bûn û zêdeyî 500 çalakgerên li dijî hikumetê hatin girtin.

Rêveberiya Nîcolas Madûro îdîa dike ku mûxalefet bi radîkalên tund û çeteyan hevkariyê dike û şîdetê sor dike.