Trûmp: Em bi Çînê re ne di nava şerekî bazirganiyê de ne

Serokê DYA Donald Trûmp diyar kir ku bi Çînê re ne di nava şerekî bazirganiyê de ne û diyar kir ku ‘Ev şer zûde winda kirine.’

Serokê DYA’yê Donal Trûmp li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek da û nerazîbûn nîşanî rêveberên DYA yên berê da.

Trûmp got; “Em bi Çînê re ne di nava şerekî bazirganiyê de ne. Ev şer beriya çend salan ji aliyê rêveberên ehmeq ve hate windakirin.”

Serokê DYA yê got kêmatiya bazirganiya bi Çînê re 500 milyar dolar e. Li gorî datayên sala 2017’an hecmê bazirganiyê yê di navbera her du welatan de 375.2 milyar dolar e. Trûmp got; “Bi dizîtiya mulkiyeta fikrê re, 300 milyar dolar lê zêde kir. Êdî wiha nadome.”