Trump: Dema paqijbûna Koreya Bakur ji nukleerê dest pê kir

Serokê DYA Donald Trump destnîşan kir ku pêvajoya paqijbûna Koreya Bakur ji nukleerê dest pê kiriye ku biryara vê yekê bi peymana hefteya bihurî hatibû dayin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump got, weke ku di hevdîtina 12'ê Hezîranê de lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un jê re gotiye, pêvajoya paqijbûna Koreya Bakur ji nukleerê dest pê kiriye.

Trump da xuyakirin ku Koreya Bakur wê bi temamî ji nukleerê xwe paqij bike û got, berevajî Wezîrê Parastinê James Mattis, rêveberiya Pyongyang di vê mijarê de bi însiyatîf radibe. Mattis diyar kiribû ku danûstandinên berfireh ên navbera her du welatan hîn dest pê nekiriye û ne li bendê ye ku pêvajoya paqijbûna ji nukleerê dest pê bike.

Trump di civîna kabîneya xwe de got, "Koreyiyên Bakurî bi taybetî ceribandina fuzeya balîstîk sekinandin. Navendên ceribandinê dirûxînin." Trump anî ziman ku li Koreya Bakur herî kêm navendeke mezin a ceribandinê hatiye rûxandin û got, "Û ya herî girîng jî paqijbûna ji nukleerê ye, ku wê jî ji xwe dest pê kiriye."

Li gorî daxuyaniya Serokê DYA, pêvajoya teslîmkirina cenazeyên 200 leşkerên Amerîkî ku di navbera salên 1950-53'an di şerê Koreyê de mirin, hîn dest pê nekiriye.