Tora qirêj a MÎT'ê ya li dijî QSD'ê

Şahab Ahmet Abdullatîf ê ji aliyê QSD'ê ve hate girtin, qala tora qirêj a Emniye tû MÎT'ê, her wiha amadekariya êrîşên li dijî QSD'ê û derbasbûna DAÎŞ'iyan ber bi Tirkiyeyê ve kir.

Şahab Ahmet Abdullatîf ku di destê QSD'ê de ye, piştî mikurhatina li têkiliyên xwe yên bi Îstîxbarata Emniyetê re, qala têkiliyên xwe yên bi MÎT'ê û bazar û karên qirêj kir.

Şahab Ahmet Abdullatîf diyar kir, piştî ku bi Îstîxbarata Emniyetê ya Tirk re dest bi hevdîtinê kir, MÎT'ê jî xwest wî bibîne û qala hevdîtina destpêkê ya bi MÎT'ê re kir: "MÎT'ê jî mîna Emniyetê li Ebû Bekir Turkî (Îlhamî Bali) dipirsî. Ebû Sûça hevdîtin ji bo me amade kir. Ez û Omer Mûhammed Kadîr li Nevalî Otelê me endamên MÎT'ê dîtin. Vê carê ne li nava kafê, li nava otelê me hevdîtin kir. 2 Ereb û 2 Tirk hebûn. Yek jê Erebê ji Sûriyeyê bû, lê belê nasnameya xwe ya Tirk hebû; bi zimanên Tirkî û Erebî zanîbû.

Endamên MÎT'ê destpêkê gotin, haya wan ji min hene ku der barê veguhastina pereyên DAÎŞ'iyan de agahiyê didim wan. Piştre gotin, 'Em zanin ku tu Ebû Bekir Turkî nas dike'. Min jî got, 'Min berê pirsî, ji kesên li Hecînê wêneyê wî xwest. Ji min re şandin û gotin ku dijî'. Pirsîn ku çawa dikarin xwe bigihînin wî. Ji min wêne û dîmenekî nû xwestin ku nîşan didin dijî. Mijar di wir de bi dawî bû. Me hev nas kirin û nûmaraya telefona min ji min xwestin."

KARÊ LI DIJÎ QSD'Ê

Şahab Ahmet Abdullatîf anî ziman, piştî ku meseleya Turkî bi dawî bû, li ser avakirina hucreyên veşartî yên li Sûriyeyê li dijî QSD'ê êrîşên sûîqest û sabotajê bikin ew bi MÎT'ê re axiviye û got, "Piştî ku bi min re axivîn, ji Omer pirsîn ku çi karî dikin. Omer jî bal kişand ser QSD'ê û got, 'Ez dikarim li dijî yên zer bixebitim'. Dikarim wesayitên zirxî bikim hedef û biteqînim, dikarim kesên girîng bikujim'. Endamên MÎT'ê jê pirsîn ku ji bo vî karî bike çi ji wan dixwaze. Omer bi qasî 30 çekên bêdeng ji wan xwest. Wan jî gotin, 'dibe, em ê daxwazên we ji berpirsyarên xwe yên payebilind re ragihînin'. Li min vegeriyan û gotin, 'Tu yê ji Îstîxbarata Emniyetê re nebêje ku bi me re hevdîtin kiriye, ji niha û pê ve tu yê bi Îstîxbaratê re hevdîtinê neke. Karê te êdî yekser bi me re ye. Em ê jî notekê ji wan re bişînin ku careke din te aciz nekin."

HEVDÎTINA DUYEMÎN A BI MÎT'Ê RE

Şahab Ahmet Abdullatîf diyar kir, piştî hevdîtinê wî hewl da hîn bibe ku Ebû Bekir Turkî (Îlhamî Bali) dijî yan na, hîn bû ku dijî û got, "Yekî ji min re got ku li mala wî xistine, lê ew ne li malê bû û hîn dijî. Lê belê ji bo wêne ya jî dîmenê wî pereyekî zêde dixwest. Min jî bi rêya Omer agahî da MÎT'ê. Omer êdî ji Ebû Sûça bêhtir bi MÎT'ê re di nava têkiliyê de bû. Li gorî ji me re digotin, Ebû Sûça bi payebilindê payebilindan re hevdîtin dikir. Piştî ku Omer agahî da wan, di nava heman mehê de me bi endamên MÎT'ê re hevdîtin kir."

HEMAN KESÊ DI HEVDÎTINA DUYEMÎN DE

Şahab Ahmet Abdullatîf ragihand, hevdîtina duyemîn a bi endamên MÎT'ê re li Harran Otel a li Rihayê pêk hat, Erebê bi navê Ahmed Gannam ê Sûriyeyî ku di hevdîtina destpêkê de amade bû, tevlî hevdîtina duyemîn jî bû. Şahab Ahmed Abdullatîf diyar kir, vî kesî gelek teqînên li dijî QSD'ê plan kir, endamekî girîng ê MÎT'ê yê ji Sûriyeyê ye û got, "Nasnameya Tiriyeyê dane wî. Derdora 30 salî bû. Ji Qamişlo ya jî Hesekê bû, baş nayê bîra min. Dema ku DAÎŞ'iyan endamên konsolosxaneya li Mûsilê berdan, yek ji wan kesan bû ku tevlî pevguhertinê bû. Omer û xizmekî wî ji min re qala van mijaran kir. Beriya ku bi MÎT'ê re bixebite li nava komên çekdar bû."

PEJIRANDINA ÊRÎŞÊN LI DIJÎ QSD'Ê

Şahab Ahmet Abdullatîf da xuyakirin, Ahmed Gannam di hevdîtina duyemîn de xwest ku ji bo tîmên wan xaniyekî kirê bikin û got, "Ji Omer re got, 'dema me nîne, em nikarin bi vî rengî hevdîtinan bi we re yek bi yek bikin. Em ji we re xaniyekî kirê bikin û we li vir bikin komek. Hûn li wir bi cih bibin, nîqaş bikin, biaxivin. Dema ku tiştek bû em ê ji we re bêjin. Hûn ê jî wê demê biçin ji hevalên din re bêjin, wan bi rê ve bibin. Em nikarin yek bi yek bi we hemûyan re hevdîtinê bikin'.
Careke din li Ebû Bekir Turkî pirsî. Min jî jê re got dijî, lê belê ji bo peydakirina wêne û dîmenî wî pereyekî zêde dixwazin. Wî jî got 'temam'. Ji Omer pirsî 'karê te çi bû'. Wî jî got 'em li benda biryara we ne'. Daxwaza Omer qebûl kir. Ji Omer re got, 'Hûn dikarin dest pê bikin. Teqemenî û çek temam in'. Omer got, 'Li ber destê min li ser wesayitên zirxî yên ku fermandarên girîng bi kar tînin agahî hene. Dikarim wan biteqînim, divê em van teqemenî û çekan di derî re derbas bikin. Piştre em ê pêk bînin'. Endamên MÎT'ê derbaskirin plan kir. Derbaskirin wê di ser Cerablûsê re bihata kirin."

LI REQAYÊ TEQÎNA MEZIN

Şahab Ahmet Abdullatîf ragihand, MÎT'ê çek û teqemeniyên li dijî QSD'ê radestî Omer kir û got, "Omer û Ebû Sûça bi wesayita min çûn, ew danîn Cerablûsê. Endamê MÎT'ê Ahmed Gannam plan kir ku wan derbasî wir bike. Zanim ku bi rêya kesên li wir hatin amadekirin, teqemenî birin aliyê Reqayê. Piştî çend rojan li nêzî otogara Reqayê teqîneke mezin pêk hat."

DERBASKIRINA DAÎŞ'IYAN JI BO TIRKIYEYÊ

Şahab Ahmed Abdullatîf anî ziman ku MÎT'ê karekî din ji wî xwestiye û got, "Emniyetê ji min xwest ku DAÎŞ'iyan derbasî Tirkiyeyê bikim. Ji min re gotin 'wan derbas bike, nasnameyê ji wan re amade bike û ji bo kirêkirina xanî ji bo wan, bibe alîkar'. Omer Mûhammed Kadîr û Ebû Sûça bi MÎT'ê re li hev kirin û MÎT'ê ji me re ragihand ku ji bo DAÎŞ'î derbasî Tirkiyeyê bên kirin wê korîdorek bê vekirin. Endamên MÎT'ê ji me re got, 'Temam, lê belê destpêkê hûn ê ji me re bêje ku ku ji ku ne. Biyaniyan bînin. Em ê ji we re bêjin ku hûn ê ji kîjan rêyê bînin. Emniyetê jî ji me re got ku divê DAÎŞ'iyan bînin Tirkiyeyê. Me jî ji wan xwest ku sînor vekin. Wan jî anîn ziman ku hêza wan têra vê nake, lê belê MÎT rê dide ku di sînor re bên derbaskirin. Omer hinek derbas kir. Min xwest di nava çend rojan de karê xwe bi dawî bikim û vegerim Rihayê, lê belê di demeke kurt de QSD'ê ez girtin."