Tola Cizîrê, hêviya Sûrê

Rojnivîska Berxwedana Şemzînanê - Beşa 1.

Destpêk...

2016 bû saleke girîng û krîtîk ku şerê giran lê qewimî. Yek ji wan salan bû, ku berxwedaneke herî bi heybet a dîrokê lê hate kirin. Cîhanê tev ji êrîşên hovane yên dewleta Tirk û berxwedana mezin a gerîlayên azadiya Kurd re şahidî kir. Ewladên leheng ê gelê Kurd bi gotian "çi dibe bila bibe, em ê li ber xwe bidin" destana berxwedanê nivîsandin. Yek ji van destanan jî li Şemzînanê ji aliyê keç û xortên leheng ên Kurd ve li dijî teslîmiyetê hate nivîsandin.

Sala 2016'an bû saleke ku dewleta Tirk êrîşên giran bir ser bajarên Kurdan û Herêmên Parastinê yên Medyayê. Tevgera Azadiyê ya Kurd, bi berxwedanên mezin bersiv da operasyonên tinekirinê yên artêşa Tirk a dagirker û destan nivîsand. Yek ji van destanan li Şemzînanê veguherî qîrîna berxwedanê. Axînan, Şiyaran, Heqiyan, Evîndaran, Rojîndayan, Savaşan û gelek lehengên din stranên azadiyê gotin. Lehengên ev destan nivîsandin û şahidên wê, bi navê "Rojnivîska Berxwedana Şemzînanê" lehengiyên xwe li dîrokê neqişandin.

"Rojnivîska Berxwedana Şemzînan" bi gotina "Li dijî dijmin em ê bijîn, bi jiyanê re em ê li ber xwe bidin, têkoşînê geş bikin û heta nefesa xwe ya dawî bi şerefa xwe em ê kêfxweşiya jiyana bigihînin asta herî bilind" a gerîlayê bi navê Şiyar Serxwebûn dest pê dike.

Beşek ji vê rojnivîskê wiha ye...

"Îro berf dibare û dilê me xweş dike. Em ê gave din dest bi perwerdeyê bikin. Ji ber ku li pêşiya me bihar heye. Bi biharê re wê pratîk dest pê bike. Lewma divê em xwe perwerde bikin. Em jî xwe ji bo Şemzînanê, ji bo hilanîna tolê xwe ji şer û pratîkê re amade dikin. Weke Tabûra Şehîd Stêrk em îro gelekî bi kelecan in. Li gel hemû hevalan coş û moraleke mezin heye. Tevî vê yekê, di her temaşekirina li televîzyonê de em berxwedana gelê Sûr, Cizîr, Şirnex û Geverê dibînin û bi rengekî bê sebir li hêviya biharê ne. Û bi vê kelecanê tevlî perwerdeyê dibin.

Me dest bi perwerdeya li ser sabotajê, sûîqestê û çekên nîv otomatîk kir. Tevî analîz û perwerdeyên îdeolojîk, em perwerdeyê li ser çekan jî dibînin. Her perwerdeya me hinekî din kelecanê dixe nava dilê me. Em zanin, di vê biharê de pratîkeke mezin li benda me ye. Em xwe ji vê re amade dikin.

Niha her der spî boz bûye. Di nava berfê de em bi hêviya siberojê ne. Em siberoj û hêrsa xwe di dilê xwe de hildigirin. Di nava berfê de em stranên azadiyê distirên. Em hemû hêrsa xwe û hêviyên xwe yên ji bo azadiyê ji bo sibê, ji bo biharê didin ser hev.

Bi destpêkirina biharê re li nava tabûra me heval hatin wezîfedarkirin. Hevalên Şevger, Ezda, Axîn, Savaş û Tolhildan tevlî bûn. Tabûra me bi van hevrêyên me yên bi hêviyeke xurt, hê bêhtir rengîn û bi kelecan bû. Hatina van hevrêyan di heman demê de agahiyan li ser rêwîtiya ber bi Şemzînanê ve bû. Êdî li kampê coşeke gelekî mezin dest pê kir. Tevî şert û mercên giran ên zivistanê jî tabûra me ya ku perwerde dît êdî ji pratîkê re amade ye. Kêliyeke din wê kom diyar bibin û cihên wezîfeyê bên xwendin. Her heval wê bigihêje xeyalên xwe yên di zivistanê de kirî. Ew xeyal hêrs in, hilanîna tola Cizîrê e, hêviya Sûrê ye, dewama Geverê ye, destpêka Şemzînanê ye.

MEŞA BER BI ŞEMZÎNANÊ VE

Civîneke dawî hate kirin. Kom hatin diyarkirin û cihên wezîfeyê hatin xwendin. Êdî dema çûyînê hat. Şemzînan, Cizîr, Sûr û Gever li benda me ne. Kelecana me mezin e. Êdî dem hatiye em stranên xwe yên azadiyê bistirên. Û azadî, berxwedan bang li me dikin.

Bi "roj baş" ê danê sibehê hate kirin re em dikevin ser rê. Rêya me dirêj e, lê ewqasî jî bi kelecan e. Li Xakurkê em cara dawî hilma biharê dikişînin. Û bi xeyalên di dilê xwe de dest bi meşê dikin. Bi her gava xwe em hê bêhtir nêzî azadî û berxwedanê dibin.

EM LI AXA XWE YA PÎROZ A PÊNGAVA DESTPÊKÊ YA GERÎLA LÊ DEST PÊ KIR

Em li cihê ku sînorê Başûrê Kurdistanê lê diqede ne. Piştî gaveke din Şemzînan, yanî Bakurê Kurdistanê dest pê dike. Li ser axa xwe ya pîroz in, ku pêngava destpêkê ya gerîla lê hate avêtin. Li vê axê hê jî berf heye. Berf hê li ser vê axa dîroka berxwedanê neheliya ye. Em kom bi kom tevdigerin. Weke çend koman em li qada Meleyanê li hev civiyan. Hin kom wê biçin cihên xwe, çeperên xwe. Lê pêvajoyeke amadekariyê heye. Em ê çalakiyeke mezin bikin. Bi vê çalakiyê re em ê careke din li Şemzînanê pêngava gerîla pêk bînin. Û nîşanî dost, dijmin û tevahiya cîhanê bidin ku gerîla dîsa li Şemzînanê ye. Ji ber vê yekê em di pêvajoyeke krîtîk de ne. Amadekariyên me jî di vê çarçoveyê de ne. Lê belê dijminê me, artêşa Tirk a dadgirker pê hesiya ye ku em hatina Şmezînanê, lewma agahî ji me re tê ku wê li Qada Melayanê operasyoneke berfireh bike. Amadekariyê me jî hem ji bo kirina çalakiyê, hem jî tedbîrên li dijî operasyona dijmin û lêdana derbê li dijmin bû. Lê dijmin berî me kete nava liv û tevgerê û li Qada Melayanê dest bi operasyoneke berfireh kir.

OPERASYONA MELAYANÊ

Di destpêka meha Hezîranê de artêşa Tirk tevî bi hezaran leşkerên xwe li Qada Melayanê dest bi operasyoneke berfireh kir. Danê sibehê şerekî giran diqewimî. Dengê fîşekan, qîrîna leşkeran û tilîliyê hevrêyên me li Şemzînanê deng vedidan. Dengê fîşekan heta danê êvarê nedisekinî. Li Qala Melayan li hemberî her giranî, bi piştgiriya balafirên keşfê û bi sedan leşkerî ji hewayê û bejahî ve operasyon dihate kirin. Lê leşkeran dikirin nedikirin nikarîbûn xwe bigihînin ser girên hevalên me lê bûn. Her gava ku diceribandin, derb dixwazin, gelek kuştî didan.

Roja destpêkê ya operasyonê kêm ma bû biqede. Roja ku bi şerekî giran derbas bû, êdî tarî bû. Li derve, bêdengiya beriya rabûna tofanê, tarîtiya beriya qiyametê heye. Lê belê ev bêdengî û tarîtî zêde dewam nedikir. Bi helîkopterên bi tîpa Skorsky û dengê balafirên keşfê, bêdengiya şevê nedima. Û bi hawan, obus û fîşekên ronahiyê yên ji qereqolên derdorê dihatin avêtin, tarîtiya şevê ronî dibû.

Koma me dema di kemînê de li benda dijmin bû, me dît ku hevalê Savaş ber bi aliyê me ve tê. Hatiya hevalê Savaş hem em matmayî kir, hem jî kêfxweş. Ji ber ku me agahî ji komên hevalên Axîn û Bextiyar nedigirt. Şer bi giranî li cihên ev her du kom lê bûn diqewimî. Bi hatina hevalê Savaş re em bi kelecan in, ku em ê agahiyan ji hevalan bigirin.

CANFEDAYÊ HEVRÊTIYÊ; BEXTIYAR

Koma hevala Axîn li Qala Melayanê dima. Koma hevalê Bextiyar jî li navbera Helankê û Melayanê bû. Hevalê Tolhildan ji lingê xwe birîndar dibe; hevalê Bextiyar jî dixwaze heval Tolhildan ji wir derxîne. Hevalê Bextiyar dema digihêje cem heval Tolhildan, ji fîşeka sekvaniyê ya dijminê li hemberî wan û li jora wan bi cih bû bûn, ji sînga xwe bi giranî birîndar dibe û piştî derketina hevalên din re heta fîşeka xwe ya dawî li dijî dijmin şer dike. Piştî ku fîşekên wî diqede, bi hatina hêza dijmin re bombeya xwe diteqîne û şehîd dibe. Heval Tolhildan jî, bi nêzbûna dijmin re heta fîşeka xwe ya dawî şer dike. Ji ber ku birîndar e û fîşek diqedin, ew jî dide ser şopa hevalê Bextiyar û bombeya li ser xwe diteqîn. Endamê din ê komê heval Soran jî demeke dirêj li dijî dijmin şer dike. Bi nêzbûna dijmin re ew jî pîma bombeya xwe dikişîne û xwe li cem hevrêyên xwe yên şehîd dirêj dike. Eger dijmin pê bihese wê bombeyê bi xwe ve biteqîne, lê pê nahese. Dijmin tê ser cenazeyên hevalên şehîd, lê ji wan heye ku hevalê Soran jî şehîd bûye û diçin. Dema ku me xwe gihand hevalê Soran bombe hê di destê wî de bû. Ji ber ku bi saetan bi bombeyê ve girtibû, şopa bombeyê li ser destê wî çêbû bû.

HEVRÊ KAHRAMAN

Piştî ku me ji koma hevala Bextiyar agahî girt, têkiliya me bi koma hevala Axîn re qut bû bû. Ji ber ku hevalê Savaş ji cihê koma hevala Axîn lê bû dihat, me rewşa komê jê pirsî. Koma hevala Axîn jî li girê doçka li dijî leşkerên dijmin ketibû şer. Hevala Axîn kom koordîne dikir. Şer danê sibehê dest pê kir û hevalên Rojînda û Kahraman bûn hevalên destpêkê yên fîşek teqandin. Hevala Rojînda ku hevrêyeke me ya ciwan e, bi çeka Karnasê bi rêya sekvaniyê gelek leşker kuşt. Hevalê Kahraman jî bi keça BKC ji cihekî 10 metre dûrî dijmin, ketibû nava şer. Nedihişt dijmin nefesê bigire. Qareqara gelek leşkeran bû. Heval Kahraman firsend nedida leşkeran. Piştî ku demeke dirêj şer kir, hevalê Kahraman birîndar bû. Dema ku dixwest hinekî xwe ji dijmin dûr bixîne, bi bombeavêjê tevlî karwanê şehîdan bû. Hevalê Kahraman navê berxwedan û serketinê bû. Xeyala wî ew bû ku bi kincên gerîla li nava Sûr ên Amedê bi BKC li dijî dijmin şer bike.

BÊ PÊLAV ŞER KIR

Heval Zana, sekvan bû. Xweş Karnas bi kar danî. Gelek leşkerên dijmin bi sekvaniyê kuştibû. Di dema dijwarbûna şer de, heval Zana bi rengekî bê pêlav li erdê bi stirî yê Şemzînanê demeke dirêj şer kir. Bi rengekî bê pêlav li her derê derb li dijmin dixist. Piştî ku demeke dirêj şer kir, leşkerên dijmin ji pişt ve li heval Zana dan û şehîd bû.

ROJA DUYEMÎN A OPERASYONÊ

Di roja duyemîn a operasyonê de me bihîst ku şev saet di 3'an de dijmin dest bi operasyoneke nû kiriye û piştre ji bo kontrolkirina giran em ketin nava tevgerê. Koma me ji 8 kesan pêk dihat. Êdî roj hêdî hêdî hiltê. Piştî ku me dît dijmin li derdorê ye, bi rengekî 4 koman em ji hev veqetiyan. Fermandarê me hevalê Heqî Cûdî got, "Em ê dijmin bixin nava xwe. Eger xwe vekişînin em ê derbê li wan bidin, eger venekişin em ê xwe berdin nava wan." Piştre tevahiya rojê me liv û tevgera dijmin keşf kir. Dijmin bi rengekî sê koman tevdigeriya. Dema ku leşker bi koma me ya keşfê hesiya, 4 caran êrîşa sekvaniyê li dijî me kir. Dijmin hat heta cihekî 50 metre li jorê me, lê belê em nedît û vekişiya. Bi çûyîna dijmin re me jî keşfa xwe dewam kir. Di dema keşfê de min li girê me yê li Melayan dinerî. Ji ber ku haya me ji şehadeta hevalan nebû, min digot, "Çima li dijmin nadin." Berêvarê dema ku dijmin hinekî xwe vekişand, hê em li çeperên xwe bi cih nebûn, mîna baranê fîşek li me bariyan. Dema ku dijmin bi hevalên Heqî Cûdî û Xebat hesiya, giranî da ser wan. Dûre hevalê Hawar bi B-7 li 2 komên dijmin da. Bi vê lêdanê re dengê qareqar û nalîna leşkerên dijmin digihîşt me. Leşkeran pê li cenazeyên xwe dikirin û dimeşiyan. Her leşkerê ku dihat, ji hevalên me derb dixwar. Dengê leşkeran li Newala Şemzînanê bilind dibû.

ŞER GIRAN DIBE

Şer giran dibû, diviyabû me xwe vekişanda û li cihekî din li dijmin bixista. Jİ bo vê jî hevalê Heqî Cûdî bi 3 hevalan wê vekişiyan gelî. Koma me jî wê vekişiya Geliyê Demanê. Di wê demê de şer bi dijwarî dewam dikir. Di navbera me û dijmin de 100 metre hebû. Heval Harûn ji bo em xwe vekişînin, li gelî bala dijmin dikişand ser xwe. Lê belê li nava tehtên di navbera me de leşkerên dijmin hebûn. Piştî ku me xwe gihand gelî, bi bombeavêj û A-4'an gule li me reşandin. Di wê demê de me jî bi BKC bersiv dan wan. Heval Harûn li pêş, em li paş me xwe vedikişand. Piştî çend saetan heval Zagros bi bêtêla biçûk têkilî danî û cihê hevdîtinê got. Em yekser çûn wir. Ji ber ku me agahî ji koma heval Axîn negirt, em bi rengekî du koman belav bûn.

KÊLIYA KU PEYV BÊDENG BÛN

Weke komekê em qiyame bûn. Di destê hevala Rojînda ku di nava me ya herî ciwan bû û hevalê Heqî Pîr ê ji Çewligê de me pîmên bombeyê dîtin, ku çalakiya canbexşane kiribûn. Her du heval li kêleka hev dirêj kiribû û bi gotina, "Teslîmiyet rê li ber xiyanetê, berxwedan rê li ber serketinê vedike" tevlî karwanê şehîdên xeta fedayî ya PKK'ê bû bûn. Di wê kêliyê de peyv bêdeng bû bûn, dil daxivîn, dil dişewitîn. Dijmin hê li jorê cihê em lê bûn. Lê belê diviyabû me cenaze veşarta.

Piştî ku me cenaze veşart, dest bi lêgerîna li heval Axîn kir. Êdî êvar dibû sibeh. Ji ber ku me zanîbûn dijmin li derdorê ye, em kom bi kom ji hev veqetiyan. Heta êvarê. Ji bo vê jî diviyabû me bêhn veda, lê dilê me rê nedida razanê. Di roja duyemîn a operasyonê de, piştî êrîşa hewayî ji xwe em qet ranezan.

Danê nîvro ji ber ku cihên hevalên Brûsk û Rêzan kifş bû, hatin agahiyê bidin me. Lê dereng bû. Dijmin herî zêde bi 100 metreyan dûrî me bû. Bi nêzbûna vê mesafeyê re dengê dijmin nêzî me dibû. Hemû hevalên di tîma me de, berê xwe dan cihê dengê bombe û çekan jê tê û li benda hatina dijmin sekinîn. Êdî di navbera me û dijmin de tenê 2 metre hebû. Ji ber ku dar gelek bûn, leşkeran em nedîtin û ji wir çûn.

AXÎNA BÛ BÊRÎTAN

Bi tarîtiya şevê re me ji nû ve dest bi lêgerîna li hevala Axîn kir. Piştî axaftina dawî ya bi rêya cîhazê me qet agahî jê negirtibû. Gelek caran bi bêtêla biçûk pêwendî bi hevalan re danî û gotibû ku derbên xurt li dijmin hatiye xistin. Di axaftina dawî de got, ku fîşekên wê qediya ne û heval emanetî me ye. Piştî wê axaftinê me êdî ne dengê wê bihîst, ne jî ew dît. Heta ku li qiraxa zinarekî bedena wê dît, ku rûyê wê parçe bû bû. Li gorî agahiyên ku me piştre bi dest xist, hevala Axîn heta fîşeka xwe ya dawî li dijî dijmin şer kir û da ser şopa fermandara efsane Bêrîtan û xwe ji zinêr avêt.

38 LEŞKERÊN DIJMIN HATIN KUŞTIN

Leşkerên dijmin di roja çaremîn a operasyonê de xwe vekişandin. Di operasyona Melaya a 4 rojan de 38 leşkerên dijmin hatin kuştin, bi dehan leşker jî birîndar bûn. Û di vê operasyonê de 7 hevrêyên me di rêya azadiyê de tevlî karwanê şehîdan bûn.

GOVENDA AZADIYÊ

Hat ber çavên min, ku hemû heval ketine destê hev û li ber stranan govendê digerînin. Porê hevala Rojînda govend dixemilan, hevala Axîn bi têra xwe dikeniya, heval Zana destmal dihejand, hevalên Bextiyar û Kahraman strana Amedê distira û hevalê Heqî serê govenda azadiyê digerand.