Tofanê li herêma Zhejîangê ya Çînê xist: 13 mirî

Tofana Lekîma li Çînê xist. Ji ber tava baranê û bayê 13 kes mirin, 16 kes winda bûn. Li herêma ku tofanê lê dayî milyonek kes hate valakirin.