Tirkiyê ji Elmanya daxwaza girtinê kir!

Diyar bû ku dewleta Tirk ji Elmanya xwestiye ku li hezar kesî bigerin û bigirin. Ji Partiya Çepgir Andrej Hunko got Tirkiye metropolê bi nebaşî dixebitîne.

Wezareta Dadê ya Elman dema ku bersiv dayî pirsnameya Partiya Çepgir agahî da ku ji hewldana darbeyê ya li Tirkiyê ya 2016'an û vir ve Tirkiyê gelek caran serî li Teşkîlata  Emniyetê ya Elman daye ku li hin kesan bigerin û wan bigirin. Li gorî vê ji hewldana darbeyê ve Tirkiyê 848 caran bi rêya Înterpolê serlêdana lêgerîn û girtinê kiriye.

BERSIV NEDA PIRSÊ

Wezareta Dadê ya Elman agahî neda bê ka çend caran daxwazên Tirkiyê bi cih anîn û her wiha bersiva neda wê pirsê jî ku digot, ''Wezareta Dadê û Karê Derve tespît kirine bê di çend bûyeran de kesên têkildar ji ber sedema ramanên siyasî zext li ser wan hatiye kirin û bi vê rêyê Înterpol bi nebaşî hatiye bikaranîn?''

HUNKO: TIRKIYE ÎNTERPOLÊ BI NEBAŞÎ DIXEBITÎNE

Berdevkê Polîtîkayên Ewropayê yê Koma Meclîsa Federal a Partiya Çepgir Andrej Hunko got, ''Bi min wiha tê ku piraniya serlêdana lêgerîn û girtinê yên bi sedema ku Înterpol bi nebaşî hatiye bikaranîn, hatine betalkirin, ji Tirkiyê, Ukrayna û Spanyayê tên. Tê zanîn ku ev welat Înterpolê ji bo zexta li ser muxaleftê bi kar tînin.''

Welatiyê Elman nivîskar Dogan Akhanli û welatiyê Swêde nivîskar Hamza Yalçin 2017'an dema ku ji bo geştê çûbûne Spanyayê bi daxwaza Tirkiyê ya bi rêya Înterpolê hatibûn destgîrkirin. Serokwezîra Elmanya Angel Merkel li ser vê rexne li Tirkiyê kiribû û gotibû Înterpol 'ji bo tiştên wiha' wê neyê bikaranîn.