Tirk dibêjin ‘me lêda’, Qeymeqam Mexmûrî dibêje ‘nediyar e’

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê 13’ê Kanûna 2018’an balafirên Tirkan li welatiyên sivîl bombe barandin û 4 sivîl qetil kirin.

Balafirên şer ên artêşa Tirk roja 13'ê Kanûnê bombe li kampa penaberan a Mexmûrê barandin û di encamê de Asya Elî Mihemed a 73 salî, keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê a 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd bûbûn.

Di heman saetê de rayedarên Tirk di serî de Wezareta Prastinê ya Tirk û Wezîrê Parastinê yê dewletaTirk Hûlûsî Akar di daxuyaniya xwe de ev gotibû: “Pêwîstî bi ewlekariya Tirkiyeyê heye, heta ku rêxistinên terorî li ser axa Iraqê bin, di çarçoveya têkoşîna bi terorê re operasyon wê bidome.30 hedefên li Qereçox û Şengalê hatin bomberdûmankirin. Di operasyona cara yeke li Qereçoxê da 20 balafiran, ÎHA û balafira gaza balafiran tevlî operasyonê bûne. Di operasyonê de bi hesasyeetek zêde tevgeriyaye û sivîl hatine parstin. Ji bo êrîşên terorê yên li ser hêzên ewlekariyê û gelê me yên li bakurê Iraqê û parstina sînor di çarçoveya madeya 51’a Peymana Neteweyên Yekbûyî me li Mexmûr û Şengalê êrîşên hewayî pêk aniye.”

Her wiha Serokkomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan beriya êrîşê jî Mexmûr kiribû hedef û anîbû ziman ku wê li dijî Mexmûr û Şengalê dest bi êrîşan bikin. Hema piştî vê bi çend rojan balafirên şer li Mexmûr û Şengalê da. Erdogan ev tişt gotibû: “Me li Mexmûr û Şengalê yên tim ji bo sînorên me dibin dibin gef bombe kir, dewama wê jî wê bê.”

Piştî teqînê ji xwe di serî de ajansa AA ya girêdayî dewletê û hemû sazî û çapemeniyên ser bi hikûmetê êrîş bi vekirî ragihandin û bi bername û dîmenên cihê bûyerê ku her çendî cihên sivîl in û welatiyên sivîl hatine qetilkirin, bi israr weke cihên ‘leşkerî’ ragihandin.

HEYETA IRAQİ CIHÊ BÛYERÊ LÊKOLÎN KIR

Di dema teqînê de heyeteke Heşdî Şebî ya girêdayî Hikûmeta Iraqê hatin cihê bûyerê lêkolîn kirin û hemû delîl û belge berhev kirin û pêşkêşî rayedarên xwe kirin.

BANG LI SEFÎRÊ TIKR HATE KIRIN Û NOTEK HATE PÊŞKÊŞKIRIN

Wezareta Karê Derve 14’ê Kanûna 2018’an yê Iraqê ji ber êrîşên bang li Sefîrê Tirk ê Bexda yê kir, hate gotin ku serweriya hewayî ya Iraqê binpê kiriye û noteke ya protestoyê pêşkêş kir.

DAXUYANIYÊN HEVKARIYÊ NE

Tevî van hemû daxuyaniyan Qeymeqamê navçeya Mexmûr Rizgar Mexmûrî ku girêdayî PDK’ê ye bi daxuyaniyeke sosret ku îro bi dengê Amerîkayê re kirî êrîşên dewleta Tirk a li Mexmûr û Şengalê parast û got: “Êrîşa li ser Mexmûrê ji aliyê kêve hatiye kirin hîna ne diyar e. Em nikarin bêjin ev êrîş ji aliyê balefirên dewleta Tirk ve pêk hatine.”

GEL BI HÊRS Û NERAZÎ YE

Gelê Mexmûrê li dijî vê daxuyaniyê bi hêrs e û nerazî ne. Hate gotin ku tevî daxuyaniyên rayedarên Tirk û Erdogan ên li ser televîzyonan hê jî qeymeqamê girêdayî PDK’ê dibêje ‘Ez nizanim hê ne diyar e, bê ka kê lêdane’ ev nîşaneya çiye gelo.

Ya balkê ew e ku mirov bipirs e, gelo Qeymeqamê navçeya Mexmûr Rizgar Mexmûrî, dixwaze êrîşan binixûmîn û êrîşan rewa bike ye. Ev daxuyanî veşartina sûcên dewleta Tirk e û hevkarî ye.