Tillerson vê hefteyê wê li Rojhilata Navîn bigere û biçe Tirkiyê

Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Rex Tîllerson heftiya were wê li Rojhilata Navîn bigere û seriyekî bide Tirkiyê jî. Navenda gera Tîllerson krîza Sûriyê ye.

Gera Tîllerson Yekşemê wê dest pê bike û heta 16’ê Sibatê bidome. Tîllerson pêşî wê biçe Kuweytê

LI KUWEYTÊ CIVÎNA KOALÎSYONÊ

Tîllerson li vir wê bi wezîrên welatên koalîsyonê re rûne. Cara pêşî ye ku piştî têkçûna DAÎŞ’ê ya li Reqayê, wê bi hevtayê re xwe rûne. Di daxuyaniya Wezîreta Karê Derve de hate gotin ku di civînê de wê têkçûna mayinda ya DAÎŞ’ê deynin ber xwe. Tîllerson li Kuweytê ji Duşemê heta Çarşemê wê tevlî konferansên ji nû ve avakirina Iraqê bibe.

ROJEVA SERDANA ENQERÊ SÛRIYE Û KURD IN

Rojava serdena Enqerê ya Tîllerson Sûriye û Kurd in. Hevalbendê NATO’yê Tirkiye 20’ê Çile li ser Efrînê êrîşa dagirker da destpêkirin, jîgehên sivîl bombe kir û 150 sivîl kuştin.

Di serdena Wezîrê DYA’yê de tê payin ku girtina Taner Kilçik, berpirsê Rêxistina Navnetewî yê Efûyê yê nûnerê Tirkiyê jî bibe rojev. Berdevka Karê Derve Heather Nauert Sêşemê gotibû, ‘Em bang li hikûmeta Tirk dikin ku dawî li Rewşa Awarte bîne û mirovên ku bi kêfî girtine berde.’’

WÊ DERBASÎ URDUN, LUBNAN Û MISRÊ BIBE

Tîllerson piştî Enqerê wê bi Kralê Urdunê, Abdallah ê 2. re li Ûrdinê rûne li ser krîza Sûriyê, pêvajoya aştiyê ya Filîst û Israîlê biaxive. Piştî vê, wezîr wê di serdema Lubnanê de bi ser Serokkomar Mîchel Aoun, Serokwezîr Saad Harîrî û Serokê Meclîsa Netewî Nabîh Berry re rûne. Wê destekê bide ‘gelê Lubnanê û artêşa wê’’.

Tîllerson her wiha li Misrê wê bi rayedarên payebilind re rûne û hevkariya du welatan geştir bike.