Tevdîrên li Fransayê yên li dijî şewbê wê li gorî bajaran cuda bin

Li Ewropayê yek ji welatên ku şewba Covîd-19 bandora herî giran lê kiriye Fransa ye. Tevdîrên nû yên li Fransayê wê li gorî herêman bi rengên kesk, zer û sor bên destnîşankirin.

Hikumeta Fransayê wê ji 11'ê Gulanê û pê ve tevdîran qonax bi qonax rake. Astengiyên di dema qedexeya derketina derve de jî wê li gorî rewşa bajaran bên sistkirin.

Hikumetê doh nexşeyek weşand ku tê de sê herêmên bi rengê sor, kesk û pirtiqalî xuya dikin. Li welatê ku 101 bajar (dêpartement) hene, bi taybetî rojhilat, bakurrojhilatê welêt, paytext Parîs û bajarên li derdorê di nava herêma sor de ne. Ev yek tê wê wateyê ku li van bajaran wê tevdîrên qedexeya derketina derve hîn demeke dirêj bidomin.

Li bajarên li nava herêma sor, hem ji ber zêdebûna hejmara qurbaniyan hem jî tijîbûna kapasîteya servîsên awarte yên nexweşxaneyan wê qedexeya derketina derve hinekî din dewam bike. Bajarên ku di nava herêma sor de ne li gorî plaqeyên xwe wiha ne: 39, 25, 68, 71, 68, 67, 88, 57, 54, 55, 52, 70, 90, 58, 10, 51, 08, 10, 77, 08, 02, 77, 89, 91, 92, 93, 94, 95, 78, 75, 80, 59, 60, 62.

Li nava vê herêmê bajarên mezin ên Parîs, Strasboûrg, Dîjon, Metz, Nancy, Lîlle, Reîms, Mulhoûse, Belfort, Saînt-Denîs jî hene.

Bajarên li herêma pirtiqalî jî ew bajar in ku kapasîteya nexweşxaneyên xwe tijî nebûne, lê belê eger qedexe bi temamî bê sistkirin wê ev yek bi rîsk be. Li vê herêmê jî tevî herêma Centre-Val de Loîre, bajarê Lyon û derdora wê, bajarên li başûrrojhilatê welêt ku Marsîlya û Nîce jî di nav de ne.

Bajarên li rojava, başûrrojava û bakurrojavayê Fransayê ji ber ku hîn neketine bin bandora şewbê li nava herêma kesk in.

Li gorî vê nexşeyê li bajarên herêma sor wê park, baxçe û deverên mîna wan ên kombûna girseyî qedexe bimînin. Her wiha walîtî wê karibin li bajar an jî navenda bajarekî qedexeyan bi rengekî xwecihî bidomîne.

Di asta neteweyî de jî ji bilî gera ji 100 kîlometreyî ya ji bo kar an jî miqatebûna li ferdekî malatê, wê qedexe be.

Her wiha dibe ku qedexe piştî 11'ê Gulanê jî bê dewamkirin. Tê plankirin ku piştî 7'ê Gulanê ev nexşe tenê bi bajarên li nava rengên kesk û sor bê guhertin.