Tengezariya navbera Pakîstan û Hindistanê zêde dibe

Piştî êrîşa hefteya derbasbûyî ku li herêma Keşmîrê li dijî hêzên Hint hate kirin, tengaziyariya navbera Pakîstan û Hindistanê zêde bû. Pakîstanê ji bo tengazariyê kêm bike bang li Neteweyên Yekbûyî kir.

Hefteya bihurî li herêma Keşmîrê êrîşeke xwekujî hatibû kirin û zêdeyî 40 hêzên paramîlîter ên Hindistanî miribûn. Rêxistineke Îslamî ya Pakîstanê ya bi navê Ceyş-e Mûhammed berpirsyariya êrîşê li xwe girtibû. Hikumeta Hindistanê ji ber êrîşê Pakîstan sûcdar kiribû.

Serokwezîr Narendra Modî ku ji bo hilbijartinên meha Gulanê kar dike, diyar kir ku wê bersiveke tund bidin û erk da hêzên çekdar ku li dijî komên çekdar ên li herêma Hîmalayayê tevbigerin.

Wezîrê Karên Derve yê Pakîstanê Şan Mahmûd Kûrehşî ji bo alozî mezin nebe, nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres re nivîsî. Di nameyê de got, "Piştî ku Hindistanê gef li Pakîstanê xwar ku wê bi tundî tevbigere, rewşa ewlekariyê ya li herêmê nebaş bûye."

Kûrehşî bal kişand ser girîngiya wergirtina tedbîran û got, "Neteweyên Yekbûyî ji bo aloziyê kêm bike divê tedbîran bigire."

Rayedarên Hindistanê roja Duşemê daxuyanî dabûn û diyar kiribûn, kesê êrîş organîze kiriye di şerê bi hêzên dewletê re hatiye kuştin.

Li gorî artêşa Hindistanê, êrîşa xwekujî li herêma sînor di bin çavdêriya rêxistina îstîxbaratê ya Pakîstanê û fermandarên rêxistina Ceyş-e Mûhammed de hatiye kirin.

General K.J. Dhîllon got, "Ceyş-e Mûhammed zarokê artêş û rêxistina îstîxbaratê ya Pakîstanê ye."

Wezîrê Karên Derve yê Pakîstanê di nameya xwe de ya ji bo Neteweyên Yekbûyî got, "Nêzîkatiyeke ehmeqî ye ku bêyî lêpirsîn bê kirin Pakîstan ji êrîşê berpirsyar were dîtin. Divê ji Hindistanê bê xwestin ku lêpirsîneke vekirî û pê bawer bike."