Têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê tê wateya pêvajoya çareseriyê

Karasû got, "Yên ku salên 2013, 2014 û 2015'an ji bo çareseriya meseleya Kurd nekarîn gavê biavêjin, nepêkan e ku vê demê gavê biavêjin. Ji xwe armanca wan a niha têkbirina Tevgera Azadiyê ya Kurd e û jiholêrakirina destketiyên Kurdan e."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê hilbijartinên 24'ê Hezîranê, dek û dolabên AKP'ê û têkoşîna li dijî wan nirxand.

Karasû bi bîr yek ji şêwirmendên Erdogan Îlnûr Çevîk ji bo deng ji Kurdan bigire îdîa kir ku piştî hilbijartinê 'dibe ku pêvajoya çareseriyê dest pê bike' û got, "Piştre Berdevkê Serokkomar Îbrahîm Kalin daxuyaniyek da û got, tiştekî bi vî rengî nîne. Bêguman yê ku kir ev her du kes van daxuyaniyan bidin Tayyîp Erdogan e. Îlnûr Çevîk da axaftin ji bo civaka Kurd a li dijî AKP'ê gelekî bi hêrs e nerm bike û dengê Kurdan bigire. Bi Îbrahîm Kalin jî da redkirin, ji bo hêzên faşîst û dijminê Kurdan ên di nava tifaqa wî de hene, li cem xwe bihêle."

Karasû bi bîr xist ku rayedarên AKP'ê car carna derewan dikin û dibêjin 'li Îmraliyê hevdîtin dibin' û bi vî rengî dixwazin mejiyê civakê tevlîhev bikin. Karasû destnîşan kir ku bi vê rê û rêbazê dixwazin têkoşîna gelê Kurd a li dijî faşîzmê sist bikin û civaka Kurd bixin nava bendewariyeke pûç û vala. 

Mûstafa Karasû diyar kir ku ji aliyekî ve tecrîdeke giran û zexteke psîkolojîk li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dikin, li aliyê din jî bi derewên 'hevdîtin bi Rêbertî de dibe' hewl didin nîşan bidin ku rewşeke nebaş nîne.

Karasû da xuyakirin ku ji Nîsana 2015'an û vir ve tecrîdeke şidandî li Îmraliyê heye û got, "Ji xwe nahêlin ku malbatên girtiyên din jî biçin Îmraliyê. Ev yek jî nîşan dide bê tecrîdeke çiqasî giran lê heye. Naxwazin kesek ji derve bê, kesek rûyê yên li wir bibîne. Di asteke wiha de tecrîd heye."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got, "Divê her kes zanibe ku ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê girtin. Bi ti awayî diyalog bi Rêbertî re nîne. Têkiliya xwe ya bi derve re bi temamî hatiye birîn. Ji xwe êrîşên ji bo tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û tecrîda giran yekser bi hev ve girêdayî ne. Ev tecrîd ji bo zexteke psîkolojîk li PKK û gel bê kirin tê bikaranîn. Bi vî rengî biryardariya xwe ya ji bo tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd nîşan didin."

Karasû destnîşan kir ku divê kes ji gotinên nerast ên Îlnûr Çevîk ku bawer neke û ev tespît kir: "Bi van gotinan dixwazin bêjin 'berê pêvajoyeke çareseriyê hebû'. Halbûkî berê jî ti carî pêvajoyeke çareseriyê nebû. Rêber Apo xwest AKP'ê bixe nava pêvajoyeke çareseriyê, lê nebû. Ji ber ku AKP'ê di zîhniyet û polîtîkayên xwe de mêtingeriya qirker neterikandiye. Ji ber vê yekê me di salên 2014 û 2015'an de jî gotibûn ku pêvajoyeke çareseriyê nîne, eger nav li pêvajoya heyî bê kirin, dikare jê re 'Pêvajoya hewldana tevlîkirina AKP'ê li pêvajoya çareseriyê' bê kirin. AKP a ku wê wextê neket nava pêvajoya çareseriyê, nepêkane ku niha bikeve nava pêvajoya çareseriyê ya jî bibe aliyekî pêvajoyeke wiha."

Mûstafa Karasû diyar kir ku eger li Tirkiyeyê pêvajoyeke rasteqîn a ji bo çareseriya meseleya Kurd wê bê destpêkirin, ev yek bi têkbirina faşîzma AKP-MHP'ê dibe. Dema ku faşîzma AKP-MHP'ê têk çû, wê hingî pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê vebe û zemîneke xurt ji bo çareseriya meseleya Kurd biafire. Ji ber vê yekê divê pêvajoya çareseriya meseleya Kurd weke pêvajoya têkoşîna li dijî tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê bê dîtin. Geşkirina têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê tê wateya destpêkirina pêvajoya çareseriyê. Wekî din bi ti awayî qala pêvajoyeke çareseriyê nikare bê kirin."

Karasû bi dewamî got, "Yên ku salên 2013, 2014 û 2015'an ji bo çareseriya meseleya Kurd nekarîn gavê biavêjin, nepêkan e ku vê demê gavê biavêjin. Ji xwe armanca wan a niha têkbirina Tevgera Azadiyê ya Kurd e û jiholêrakirina destketiyên Kurdan e. Li Tirkiyeyê qanûna desthilatbûnê, têkbirina daxwazên azadiyê yên kurdan e. Li Tirkiyeyê alternatîfeke din a bûyîna rêveber jî demokratîkkirina Tirkiyeyê ye. Faşîzma AKP-MHP'ê gelekî dûrî vê yekê ye. Desthilatdariyeke welê ye ku gav bi gav ji demokratîkbûn û çareseriya meseleya Kurd xwe vedigire û dûr dikeve. Bendewariya çareseriya meseleya Kurd ji desthilatdariyeke wiha, tê wateya nedîtina rastiyê."

Karasû diyar kir ku bi têkbirina desthilatdariya AKP-MHP'ê re demokratîkbûn û çareseriya meseleya Kurd di cih de pêk nayê, lê belê wê pêşî li demokratîkbûnê vebe.

Karasû got, "Ji ber vê yekê divê hilbijartinên 24'ê Hezîranê weke gav û çalakiyeke girîng a têkbirina Tayyîp Erdogan, AKP'ê û pêkanîna demokratîkbûnê were dîtin. Ji bo vê jî divê beriya her tiştî HDP ji bendê derbas bibe û bi xurtî cihê xwe li meclîsê bigire."