Teknolojiya amûrên şer ên ‘xwecih’ ên Tirkiyê ji Kanadayê ne

Tê gotin teknolojiya herî girîng a piraniya amûrên şer ên xwedêgiravî ‘xwecih’ ên ku ji piraniya kuştina sivîlan a bi destê dewleta Tirk berpirs in, ji hêla Kanadayê ve bi rengekî derhiqûqî firoştine Tirkiyê.

Li gorî rapora rêxistina bêçekdarkirinê ya bi navê Project Ploughshares ku navenda wê ya li bajarê Waterloo ya eyaleta Ontrîo ya Kaadayê ye, bi wan teknolojiyan ku şîrketa bi navê L3Harrîs WESCAM difiroşe komkujiyên li Kurdistanê têne pejirandin. Di raporê de tê destnîşankirin, bi pergalên elektro optik an jî sensoran ku difiroşin Tirkiyê û bi balafiran û di gelek çekan de dîtinê hêsan dikin, komkujî têne kirin û Peymana Bazirganiya Çekan (ATT) a Neteweyên Yekbûyî ku 2013’an Kanadayê îmze kiriye, rasterats binpê dike.

PEYMANA NAVNETEWÎ BINPÊ KIR

Di raporê de hate destnîşankirin L3Harrîs WESCAM ku saziya pêvek a şîrketa çekan a Emerîkayê L3Harrîsê ye, teknolojiya êrîşê difiroşe Tirkiyê û Tirkiye ya ku vê teknolojiyê bi kar tîne, bi êrîşên hewayî gelek komkujî kirine. Di raporê de tê gotin L3Harrîs WESCAM ji 2017’an ve, vê teknolojiyê difiroşe Tirkiyê û bi pergalên sensorê ku di dîtbarkirinê û diyarkirina hedefê de têne bikaranîn, Tirkiye di amûrên êrîşên yên biçek ên bêmirov (SÎHA) de û balafirên şer de bi kar tîne. Li gorî raporê di nav wan teknolojiyan de ku firotine Tirkiyê, îşaretdanêrên hedefê yên li lazerê asê dibin, li dijî Kurdan komkujî hatiye kirin.

JI 2017’AN Û VIR VE BIHAYÊ 326 MILYON DOLARÎ ÇEK FIROTINE TIRKIYÊ

Rapor herî pir balê dikişîne ser wê xalê ku ev teknolojî çekên ku bi salan e bi navê ‘’teknolojiya millî’’ li dijî Kurdan têne bikaranîn, parçeyên wan ên herî girîng ji hêla wan wealatan ve têne firotin ku xwedêgiravî pêgirê peymanê navnetewî û hiqûqa xwe ne.

Kanada herî pir ji 2016’an û vir ve zêde çek firotine Tirkiyê, ku ji wê salê û heta niha bi sedan Kurd li Bakurê Kurdistanê ji hêla dewleta Tirk ve hatine qetilkirin. 2016’an Kanadayê bihayê 4,2 milyon dolarê Emerîkî, 2017’an bihayê 51 milyon, 2018’an bihayê 118 milyon û 2019’an jî bihayê 152 milyon dolarê Emerîkî çek firotine Tirkiyê.

BI AMBARGOYÊ ASTA FIROTINA ÇEKDAN DERKETE HOLÊ

Piştî êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Rojava ya Cotmeha 2019’an, dema ku Kanadayê firotina çekan a ji bo Tirkiyê raweste zelal bû ku piraniya çekên ku Kanadayê firotine Tirkiyê pergalên diyarkirina dîtbarî û hedefê ne ku di komkujiya sivîlan de têne bikaranîn. Ji ber ku beşekî girîng ê çekên ku firotina Tirkiyê bi koda ‘’ Harmonized System (HS) Code 901380’ hatine kirin. Ev kod jî, enstrûman an jî ekîpmanên optik, fotografîk, sinematografik, pîvan, kontrol, teqezî, tibbî an jî cerahî’’ vedihewîne. Teknolojiyên komkujiyê yên ku L3Harrîs WESCAM’ê firotî dikeve nav vê kodê yan jî kategoriye.

Di rapora Project Plougsharesê de tê destnîşankirin tam jî piştî qedexya firotina çekan a ji ber dagirkeriya li ser Rojava ya Cotmeha 2019’an dahata berhemên îxracê yên bi koda Harmonized System (HS) Code 901380’ hatine sifirê. Di 10 mehên pêşî de bi giştî di navbeyna 7 û 15 milyon dolarî de bi vê kategoriyê çek hatine firotin lê bi ambargoya çekan re bi carekê re çekên ku bi kodê hatine firotin hatine sifirê. Li gorî raporê bi çarçoweya ‘Code 901380’ 2019’an bi bihayê 125 milyon firotine û hema hema hemû bi teknolojiya kujer a L3Harris WESCAM’ê ye. Ango teqez e ku dema komkujiyên dewleta Tirk ên li Bakur, Başûr û Rojava gihaştî asta zêde, di teknolojiya hatî bikaranîn de Kanada hevkarê sûc e.

ERDOGAN JI TRUDEAU AWARTE XWEST, WEZARETÊ PEJIRAND

Piştî êrîşên dagirker ên Cotmeya 2019’an ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî, ambargoya çekan ku Kanada li gel Elmanya, Fransa û Brîtanyaya Mezin standî piştî biryarê jî jî ji bo teknolojiyên kujer bi rengekî bêdeng hatiye binpêkirin. Li gorî raporê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan Nîsana 2020’an piştî ku çarçoweya ambargoyê tê berfirehkirin rasterast bi Serokwezîrê Kanadayê Justîn Trudeau re axiviye, xwestiye ku teknolojiyên ku L3Harrîs WESCAM difiroşe li derî ambargoyê bimîne, ji ber ku ev teknolojî hem li Bakur û Başûrê Kurdistanê, hem li Rojava û hem jî li Libyayê têne xebitandin, ku çeteyên kirêkirî yên Erdogan lê dimînin.

Di raporê de li ser agahiyên ku di çapemeniyê de hatine parvekirin tê diyarkirin Wezareta Bazirganî û Rabûnê ya Karê Derve ya Federal hezîranê daxwaza Erdogan bi cih aniye û li gel ambargoya berdewam jî berhemên L3Harrîs WESCAM’ê bi ‘’destûra awarte’’ hatine firotin. Di raporê de hate gotin, ‘’Hikûmeta Kanadayê êdî divê sedema vê biryarê par ve bike.’’

DI KOMKUJIYÊN KURDAN DE HATIYE BIKARANÎN

Di raporê de her wiha agahî hate dayin ku teknolojiya L3Harris WESCAMê di SÎHA-ÎHA’yan de, ku dewleta Tirk di komkujiyên Kurdan de dişixulîne, hatiye bikaranîn.

Di raporê de her wiha tê gotin Kanada rasterast yasayên xwe, peymanên navnetewî û hiqûqa mirovî binpê kiriye.

DI KOMKUJIYÊN KURDISTANÊ Û LIBYAYÊ DE HATINE BIKARANÎN

Di raporê de rola amûrên hewayî ku li Başûrê Kurdistanê gelek sivîl pê hatin qetilkirin û her wiha ku di êrîşên dagirkirina Efrînê gelek sivîl pê hatine qetilkirin, hate destnîşankirin.

Di raporê de her wiha hate bibîrxistin tenê li Bakurê Kurdistanê, di navbeyna Tîrmeha 2015-2019’an de 490 sivîl hatine qetilkirin.

Li gorî raporê teknolojiya WESCAM’ê her wiha li Libyayê jî hatiye bikaranîn, ku çeteyên Erdogan ên kirêkirî lê dimînin.