'Tecrîd bi têkoşîna hevpar a gel û gerîla ji holê radibe'

Gerîlaya YJA Starê Berîvan Mervan destnîşan kir ku bi têkoşîna hevpar a gel û gerîla ew dikarin dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bînin û got, "Doza mafar a gelê Kurd wê bi şerê gel ê şoreşgerî bi ser bikeve."

Gerîlaya YJA Starê Berîvan Mervan polîtîkayên di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd tê meşandin nirxand. Berîvan Mervan bi bîr xist, ku dewleta Tirk dema dawî hewl dide li Başûrê Kurdistanê sîstema cerdevaniyê ava bike û destnîşan kir, gelê Kurd û tevgera azadiyê di pêvajoyeke girîng de ne.

Berîvan Mervan destnîşan kir ku divê her kes bi rengekî xurt û bênavber têbikoşe û got, "Li gel tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo, komploya navneteweyî ya li dijî gelê herêmê dewam dike. Bi serkêşiya dewleta Tirk û dewletên hegemonîk, êrişên li dijî gelê Kurdistanê, ziman, çand û xwezaya Kurdistanê dewam dikin.

Êrişên dagirkeriyê yên ku niha li Heftanînê tên kirin ji tecrîdê cuda nînin. Pêwendiya van êrişên dagirkeriyê bi komploya navneteweyî ya li dijî gelê Kurd heye. Herêma heftanînê herêmeke welê ye ku gelên Kurd, Asûr, Ermen bi hev re lê ne. Ji dîrokê heta serdema heyî ruhê demokratîk ê neteweyî li herêma Heftanînê heye. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê û tevahiya herêmê dagir bike û çand û welatparêziya li herêmê tine bike."

'DIVÊ KES BI POLÎTÎKAYÊN DIJMIN NEXAPE'

Berîvan Mervan bal kişand ser têkoşîna hevpar a gel û gerîla û got, "Doza mafdar a gelê Kurd wê bi şerê gel ê şoreşgerî bi ser bikeve. Dewleta Tirk zirareke mezin li gelê herêmê dike, lê belê çi dike bila bike wê nikaribe gelê Kurd ji xaka wan dûr bixîne. Nîşaneya vê yekê jî berxwedana ku niha li Heftanînê dewam dike. Dewleta Tirk tevî ku derfetên xwe hemûyan bi kar tîne nikare astengiya gerîla ya li Heftanînê ji pêşiya xwe rake. Hêza kesî têrê nake ku vê xakê ji destê me derxîne, dijmin wê ti carî negihêje vê armanca xwe. Ji ber ku gel û gerîla êdî gihîştine wê astê ku destketiyên xwe zêde bikin û biparêzin."

Gerîlaya YJA Starê Berîvan Mervan bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk û bi bîr xist ku dewleta Tirk hewl dide gelê Başûr jî bike cerdevan. Berîvan Mervan got, "Armanca dewleta Tirk ew e ku nokeran ji bo xwe ava bike, bi vê polîtîkaya xwe Kurdan li dijî Kurdan bide şerkirin" û wiha dewam kir: "Bêguman haya gelê me ji van polîtîkayên qirêj ên dewleta Tİrk heye, dijmin baş nas dike. Lê belê hin xayin ji aliyê dewleta Tirk ve tên xapandin û hevkariyê bi dijmin re dikin. Weke gerîlayeke ku li qada berxwedanê ye, ev yek gelekî bi zora me diçe. Dijmin ji bo tinekirina Kurdan her roj planên nû dike, lê belê divê kes nehêle ku dijmin wan bixapîne."

'KÎ TEVLÎ OPERASYONA LI DIJÎ GERÎLA BIBE WÊ BIBE HEDEFA ME'

Berîvan Mervan nokerên ku cerdevaniyê qebûl dikin û tevlî operasyonên li dijî gerîla dibin hişyar kir û got, "Em amade ne ku ji bo parastina gelê xwe xwîna xwe birijînin û canê xwe feda bikin. Em naxwazin cerdevanan bikujin, lê belê kî tevlî operasyonan bibe û destê wan di xwîna hevalên me de hebe wê bibe hedefa me. Em ê nehêlin ku xaka me ya pîroz ji aliyê van mirovan ve bê qirêjkirin. Ji ber vê yekê eger cerdevan tevlî operasyonên li dijî gerîla bibin wê neyên efûkirin.

Divê her ciwaneke/î Kurd ji xwe vê pirsê bike, 'Ez çiqasî xwedî li xaka xwe derdikevim?' Rêber Apo bi salan e ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşe. Divê her kes ji têkoşîna Rêber Apo dersê derxîne. Divê bêje êdî bes e û tevlî nava têkoşîna gelê Kurd bibe."