Tê payin ku di hilbijartinên PE'yê de rastgir derkevin pêş

Di hilbijartinên Parlamenta Ewropayê (PE) de ku wê meha Gulanê pêk were, tê payin ku rastgirên tund ên li dijî Yekîtiya Ewropayê ne, encameke xurt bi dest bixin.

Texmînên destpêkê yên li ser civata nû ay Parlamenta Ewropayê roja Duşemê hatin eşkerekirin. Li gorî vê yekê wê dijberên Yekîtiya Ewropayê xurtir bibin, lê belê piraniya civatê wê ji komên mezin ên alîgirê Yekîtiya Ewropayê pêk were.

Sosyal Demokrat û PPE ya rastgir ku weke du malbatên mezin ên siyasî yên Yekîtiya Ewropayê tên dîtin, wê bi dorê 51 û 34 kursiyan ji dest bidin. Bi vê yekê re wê parlamenterên PPE'yê dakeve 183'an, yên Sosyal Demokratan jî dakevin 135'an. Tevî vê yekê jî wê komên bingehîn ên parlamenta Ewropayê bin. Di vê hilbijartinê de wê hejmara kursiyên li parlamentê jî kêm bibe. Ji ber derketina Îngilîstanê ji nava Yekîtiya Ewropayê, hejmara kursiyên li Parlamenta Ewropayê wê ji 751'ê dakeve 705'an.

Li gorî texmînan, çaremîn koma mezin a li parlamentê ALDE a lîberal wê hejmara parlamenterên xwe ji 68'an bigihîne 75'an û li şûna ECR a mûxafazakar bibe hêza sêyemîn a herî mezin. ECR jî nexasim bi derketina Îngilîstanê re wê hejmara parlamenterên wê ji 75'an dakeve 51'ê.

Koma Ewropaya Azadî û Neteweyan (ENL) ku dijberê Yekîtiya Ewropayê ye, wê bibe yek ji serketiyên herî mezin. Ev koma ku partiya Marîne Le Pen a rastgiriya tund a Fransayê jî di nav de ye, wê 22 kursiyên din bi dest bixe û hejmara parlamenterên xwe ji 37'an bigihîne 59'an. 27 ji van kursiyan wê ji partiya Lîga Bakur a rastgiriya tund a Îtalyayê re biçe.