Tê gotin ku li Îranê bi dehan ajan hatine girtin
Tê gotin ku li Îranê bi dehan 'ajan'ên ji rêxistinên îstîxbaratê yên biyanî re dixebitin hatine girtin.
Tê gotin ku li Îranê bi dehan 'ajan'ên ji rêxistinên îstîxbaratê yên biyanî re dixebitin hatine girtin.
Wezîrê Îstîxbaratê Mahmûd Alavî ji ajansa nûçeyan a ÎSNA'yê re axivî û got, gelek ajanên li organên dewletê dixebitin hatine girtin.
Alavî îdîa kir ku sîxurên hatine girtin ji rêxistinên îstîxbaratê yên biyanî re dixebitîn. Agahî neda bê ev kes kengî hatine girtin û ji kîjan welatî re dixebitîn.
Lê Alavî got, piraniya kesên hatine girtin hem welatiyên Îranê ne, hem jî yên welatekî din e.