Taxa Apoyiyan: Tûzlûçayir

Ev taxa biçûk ku Kurd û Elewiyên Tirkmen ên xizan lê diman, di pêşketina tevgera şoreşgerî ya Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e. Ji ber ku hîmê bingehîn ê tevgera PKK'ê li vê derê hate danîn.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn, di beşa destpêkê ya hevpeyvîna me ya du rojan de qala rewşa tevgera wan a li Tûzlûçayirê ya salên 1970'î kir.

Altûn diyar kir ku Tûzlûçayir taxeke biçûk bû ku bi giranî mirovên ji beşên cuda yên civakê yên Kurdistanê û Tirkiyeyê lê bûn û got, "Mirovên xizan ên ji Kayserî, Çorûm, Yozgat, Sêwas û Kirşehîrê, bi giranî Elewî lê diman. Taxeke ku çanda Elewîtiyê lê serdest bû.

Di salên 1970'î de li taxên derdora Tûzlûçayirê çandeke mûxafazakar hebû. Li wan taxan jî bi giranî faşîstên MHP'î hebûn. Sermeselê li Mamakê faşîst û olperest hebûn. Rewşa Akdere jî bi heman rengî bû. Li Kartaltepeyê jî faşîst hebûn. Abîdînpaşa jî di bin bandora faşîstên MHP'yî de bû.

Tûzlûçayir ji çar aliyan ve ji aliyê faşîstan, mûxafazakar û olperestan ve hatibû dorpêçkirin. Mîna giraveke bi tena serê xwe bû. Ji ber van taybetmendiyên xwe, potansiyelek ji meyla çep hebû. Tevî sosyalîstên şoreşger, CHP jî lê bi bandor bû.

Ji ber ku ji aliyê mûxafazakar û faşîstan ve hatibû dorpêçkirin nakokî û şerê îdeolojîk-polîtîk rû dida. Li hemberî vê nakokiyê potansiyeleke xweparastinê her tim hebû. Lê belê ev potansiyela ku li dijî derve hevgirtî xuya dikir, li nava xwe xwedî nêrînên cuda yên siyasî û îdeolojîk bû."

Altûn anî ziman ku di salên 1970'î de li vê qadê gel an jî cihêrengî zêde derneketin pêş û wiha dewam kir: "Tiştekî klasîk hebû ku ji serdema 12'ê Adarê mayî. Cudahiyên THKO, THKPC, TÎKKO û yên mîna wan hebûn. Lê belê ev cihêrengî zêde bi pêş neketibû. Di nava xwe de parçe bûbûn. Wê wextê tevgera Kurd di rojevê de nebû, zêde nedihate zanîn. Li Enqereyê, li Tûzlûçayirê hebûna tevgereke Kurd qet nedihat zanîn. Nasnameya çepa Tirk nasnameyeke serdest bû. Meseleya Kurd piştre derket holê."

Altûn bi bîr xist, ku yek ji kadroyên destpêkê yên tevgera azadiyê ya Kurdistanê Kemal Pîr, di sala 1975'an de hat Tûzlûçayirê û diyar kir ku wê wextê hem ciwanên xwendekar, hem jî ciwan û şêniyên taxê gihîştibûn astekê. Altûn got, "Hingî komeleyên taxê hebû, mirov li wir li hev diciviyan. Navê komeleyan her çend 'çandî' jî bû, her komê xwe lê îfade dikirin."

Altûn ragihand, beriya hatina Kemal Pîr herkes bi navê çepa Tirk tevdigeriyan û wiha dewam kir: "Wê wextê bi me re jî, yanî bi hevalên ku wê piştre tevlî PKK'ê bûna, bi giranî meyla Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKO) hebû. Li ser bingeha sempartiya ji Denîz Gezmîş re, em li hev kom bûbûn."

Riza Altûn diyar kir ku Kemal Pîr di nava rewşeke bi vî rengî de hat Tûzlûçayirê û got, "Li taxê du rêyên têkilîdanînê hebûn: Ya yekemîn; di ser 'Komeleya Bedewkirina Tûzlûçayirê' re wê têkilî bihata danîn, ya jî di ser qehwexaneyên kku ciwanên taxê lê kom dibûn, têkilî bihata danîn. Dema ku Kemal Pîr hat kesî ew nas nedikir. Tevî kesek, du kesan hat qehweyê û çend caran hatibû komeleyê. Me ew li wir dît, lê belê ji ber ku kesî ew nas nedikir, mirovan lê dipirsî. Ewilî nêzîkatiyeke sar hebû, bi demê re ev nêzîkatî rabû. Ya rast hinekî zehmet jî derbas bû ev pêvajo. Li taxê her kesî hev nas dikir, her kes hevalê zarokatiyê yê hev bû. Ne hêsan bû ku yekî xerîb ji derve bê tevlî vê kombûnê bibe. Lewma dema ku Kemal Pîr hat, yekser bandorek xwe çênebû. Diviyabû li vê derê hin rewş biqewimiya."

Altûn wiha dewam kir: "Beriya her tiştî, yên hatin diviyabû xwe îspat bikira. Di nava vê pêvajoya îspatkirinê de wê xwe bida hezikirin, qebûlkirin û ev yek jî wê bi demê re pêk bihata. Wê wextê tişta herî populer jî şerê li dijî faşîstan bû."

Li ser xweispatkirina Kemal Pîr, Altûn got, "Afîşên Yekîtiya Ciwanên Şoreşger (DGB) ên li dijî faşîzmê derketibûn. Ne şaş bim, DGB, komeleya ciwanên Aydinlk a îro bû. Li qehweyê me amadekarî dikir ku afîşan daliqînin. Me amadekariyên xwe kiribûn, afîş hatin û plansaziya komê kirin. Wê wextê Kemal Pîr jî tevî kesekî li aliyekî qehweyê rûniştî bû. Hat cem me û got, 'Ez jî dixwazim bi we re derkevim afîşê'. Me heta wê rojê ew nas nedikir. Serdema 12'ê Adarê rû dabû, gelek xisar hatibûn kirin. Ji ber ku me ew nas nedikir, em bi guman nêzî wî bûn û me jê re got, 'tu zane'. Kemal got, 'lê şertekî min heye. Eger hûn wê nivîsa DGB a li binê afîşê jê bibin, ez ê bi we re bêm'. Ev daxwazeke zêde bû. Ji xwe me ew nas nedikir û bi guman lêdinerî. Ev daxwaza wî guncaw nehate dîtin... Me jî jê re got, 'dixwazî bê, dixwazî neyê, em diçin'. Di dawiyê de dest ji vê daxwaza xwe berda û got, 'temam ez ê bi we re bêm'."

Altûn ragihand ku ew derketin afîşan, afîş daliqandin û ber bi taxa faşîstan Abîdînpaşa ve diçûn. Altûn got, "Dema em ber bi taxê ve diçûn em hinekî ketin nava fikaran. Ji ber ku em ciwanên wê taxê nebûn. Her wiha faşîst rêxistinbûyî bûn û çek bi wan re hebû. Li wê taxê li aliyekî polîs, nobedar û li aliyê din jî faşîst hebûn. Bi rastî jî gelekî xetere û bi rîsk bû... Piştre agahî hat ku li Abîdînpaşayê faşîst li komeleyê civiyane. Hinekan ji nav ame got; em biçin biavêjin ser komeleyê. Kemal Pîr jî got, 'Na. Ev provokasyon e, em neçin'."

Altûn diyar kir ku bi vî rengî du meyl derket holê û ji ber ku Kemal Pîr baş nedihat naskirin, endamên komê li hevalên xwe yên berê nas dikir guhdarî kirin û got, "Komê avêt ser komeleyê, şer derket. Piştre polîs hatin û bi polîsan re jî şerê çekdarî derket. Bi polîs û nobedaran re şerekî berfireh derket. Hinek kes hatin girtin jî. Ev mijar bi vî rengî hat girtin. Bi van her du bûyeran re Kemal Pîr hê bêhtir hate naskirin."

Altûn da zanîn ku Kemal Pîr bi vî rengî li taxê bi cih bû û koma destpêkê ya ku nas kir, ew bûn.

Riza Altûn da xuyakirin ku wan piştre têkiliyên xwe berfireh kirin û got, "Heman salê li Tûzlûçayirê weke xwendekarekî malek kirê kir. Ji xwe piştî ku mal kirê kir em hê bêhtir bi ser hevdu ve çûn û hatin. Têkiliya me bi vî rengî xurtir bû."

Altûn diyar kir ku li ser xeta siyasî ya Kemal Pîr ti agahiya wan tine bû û got, "Em di pozîsyoneke welê de bûn ku me xeta Denîz Gezmîş diparast. Me kevneşopiya THKO diparast."

Altûn diyar kir, ne zelal bû ku Kemal Pîr kîjan ji komên heyî diparast û destnîşan kir, ku Pîr qala şoreşgeriya giştî dikir û xwendî nêzîkatiyeke giştî bû.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn anî ziman, ku Kemal Pîr wê wextê bi wan re tevlî hemû pratîk û çalakiyên li taxê dibû û got, "Her ku tevlî pratîk û çalakiyan dibû, têkiliya wî ya bi me re xurtir dibû."