Taşdemîr: Dixwazin tecrîda li Îmraliyê rewa bikin

Parlamentera HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr got, hikumeta AKP'ê hewl dide bi bahaneyeke nû tecrîda li Îmraliyê rewa bike.

Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr bal kişand ser qedexekirina hevdîtinên parêzeran ên bi Ocalan re ku bi bahaneya cezayê dîsîplînê 6 mehan hate qedexekirin û got, ev yek nîşaneya sîstema taybet a li Îmraliyê ye.

Taşdemîr ji ANF'ê re axivî û got, desthilatdarî û dadgeriya wê ku bi hincetên "rewşa nebaş a hewayê", "keştî xerabe ye" hewl dide tecrîdê rewa bike, niha jî bi cezayê dîsîplînê dixwaze şer û kaosê giran bike.

KIRYAREKE KÊFÎ YE

Taşdemîr diyar kir ku ev 20 sal in li Îmraliyê hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin û bi bîr xist ku tecrîdkirina Ocalan van sê salên dawî gelekî giran bûye.

Taşdemîr got, "Birêz Ocalan nikare bi parêzer, malbat an jî kesekî din re biaxive. Lewma em nizanin bê li Îmraliyê çi diqewime. Bingeheke vê pêkanînê nîne; nêzîkatiyeke polîtîk a kêfî ye. Desthilatadrî û dadgeriya wê ku bi hincetên 'rewşa nebaş a hewayê', 'keştî xerabe ye' hewl dide tecrîdê rewa bike, niha jî bi cezayê dîsîplînê dixwaze şer û kaosê giran bike. Nabe ku em vê yekê qebûl bikin."

ÊRÎŞ LI DIJÎ ÎRADEYA BI MILYONAN MIROVÎ TÊ KIRIN

Taşdemîr anî ziman ku sedema cezayê dîsîplînê nehatiye eşkerekirin û destnîşan kir ku ew ji ber rewşê gelekî bi fikar in. Taşdemîr got, "Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve parêzer, ji sala 2016'an û vir ve jî malbat nikare Birêz ocalan bibînin. Gelo qala kîjan cezayê dîsîplînê dikin? Wê wextê êrîş li dijî îradeya Birêz Ocalan tê kirin. Divê ev yek tavilê ji raya giştî re were vegotin."

Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir, rejîma taybet a li Îmraliyê di heman demê de beşek ji konsepteke navneteweyî ye û ragihand, bêdengiya CPT û saziyên mîna wê ji ber vê yekê ye. Taşdemîr got, "Cezayê dîsîplînê yê li lîderekî ku ji aliyê bi milyonan kesî ve weke îradeya wan hatiye qebûlkirin, êrîşek li dijî îrade û rûmeta mirovan e."

'TECRÎD Û BÛYERÊN LI ROJHILATA NAVÎN Û ROJAVA DIQEWIMIN JI HEV CUDA NÎNIN

Taşdemîr diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan û bûyerên li Rojhilata Navîn û Rojava diqewimin ji hev cuda nînin û destnîşan kir ku bahaneya nû ya ji tecrîdê re hatiye dîtin nîşaneya konsepteke nû ey.

Taşdemîr da xuyakirin, bi rêya tecrîda li Îmraliyê hewl tê dayin ku şer û kaos giran bibe û got, "Tezên Birêz Ocalan ên li ser Rojhilata Navîn niha weke rêyeke sêyemîn tê dîtin. Ji ber vê yekê, ev tecrîd li dijî tezên rêya sêyemîn û îradeya jiyana bi hev re ya gelan e. Weke gefeke vekirî tê dîtin. Em zanin ku têkoşîn û berxwedana 20 salan a Birêz Ocalan a li Îmraliyê ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn e, ji bo jinan e û perspektîfek e ku têkoşîna demokrasiyê xurt dike."

Taşdemîr herî dawî bang li her kesên ku dixwazin Tirkiye bibe welatekî demokratîk kir ku li dijî tarîtî û rejîma taybet a li Îmraliyê dengê xwe bilind bikin û got, "Divê Birêz Ocalan tavilê azad bibe."