Talîbanan êrîşî navenda komando ya Efganî kir

Bi kamyoneke bombebarkirî êrîşî baregeheke leşkerî ya dikeve bakurê Efganistanê hate kirin. Li gorî rayedarên Efganî 3, li gor Talîbanan jî 61 kes mirine.

Li gorî çavkaniyên ewlekariya Efganî, baregeha ku li parêzgeha Belh a dikeve bakur baregeha komandoyan e, hate ragihandin bê ku kamyon bigihêje hedefa xwe hatiye teqandin.

Heman çavkaniyê anî ziman ku di encama teqînê de gelek sivîl hatine kuştin. Her wiha hate diyarkirin ku gelek mal hilweşiyane yan jî ziyan gihiştiyê.

Li gorî çavkaniyên leşkerî, 2 jê sivîl 1 leşker bi giştî 3 kes mirine, 35 jê sivîl 41 kes jî birîndar bûne.

Êrîşê Talîbanan girt ser xwe. Talîbanan ragihand ku hedefa wan baregeha Efganî bû û 61 leşker hatine kuştin.

Ji berdevkên Talîbanan Zabîhûllah Mucahîd anî ziman ku ev êrîş tolhilîna ji parçekirina endamên Talîban ên li Zabûl a dikeve başûr û Belhê ne.