Talîbanan êrîşî avahiya îstixbarata Efgan kir

Bi wesayîteke bombe barkirî êrîşî avahiya Dîrektora Elekariya Netewî ya yek ji saziya îstixbarata bingehîn a dikeve bakurê Efganistanê ye, hate kirin.

Êrîş li bajarê Aybak ê navenda parêzgeha Samanganê ye. Ji berdevkê rêveberiya parêzgehê Mûhammed Sadik Azîzî got: “Êrîşa bi wesayîta bombeyî re destpê kir, êrîşekî tevlîhev bû.”

Li gorî Azîzî 4 ji êrîşkaran aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine kuştin.

Waltiyê Samangan Abdul Latîf Îbrahîmî ragihand 10 kesên di bin banê servîsa ewlekariyê de hatine kuştin, 54 jî birîndar bûne. Hate ragihandin ku di nava birîndaran de sivîl jî hene. Êrîşê jî Talîbanan li xwe girt.