Swîsreyê 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da cîhadîstê ku bi eslê xwe ji Tirkiyê ye

Daraza Swîsreyê bi sedema ku alîkariyê dide rêxistinên cîhadîst ên radîkal 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da peywirdarekî ewlehiya taybet ê bi eslê xwe ji Tirkiyê ye.

Sibata derbasbûyî li bajarê Lugano ê Swîsreyê peywirdarekî ewlehiya taybet ê 33 salî ku bi eslê xwe ji Tirkiyê ye, bi sedema ku mirovan dibe ji rêxistinên cîhadîst ên radîkal re û di ser hesabê medyaya sosyal re propagandaya wan dike hatibû girtin.

2 SAL Û 6 MEH CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ

Piştî 6 mehên dema girtîbûnê îro li Dadgeha Federal a Bellîzonayê peywirdar derkete pêşberî dadgehê, li dadgehê her çendî sûcê xwe qebûl kiribe û diyar kiribe ku ew poşman e jî dadgehê bi sedema ku mirov dibirin ji rêxistinan re 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn û her wiha ji bo lêçûnên dadgehê jî 133 hezar frankên Swîsreyê j îlê hate birîn.

Dadgehê dema ku di girîgehê de mayî jî anî ber çav û biryar da ku peywirdarê ewlehiya taybet ê bi eslê xwe ji Tirkiyê ye serbest were berdan.

Peywirdarê ewlekariya taybet ku 2 sal û 6 meh ceza lê hate birîn ji 2014’an ve li kantonên Siwîsre û Italyayê dihate darizandin ku mirovan dibe rêxistinên cîhadîst ên li Sûriyê yên wekî El Nusra û El Kaîdeyê.