Sondaya fezayê InSîghtê xwe li Marsê danî

Sondaya fezayê ya NASA’yê InSîght piştî xebateke heft salan û rêwîtiyeke heft mehan xwe li Marsê danî.

InSîght ku ji aliyê Daîreya Hewakarî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) ve ber bi gerstêrka sor Marsê ve hate şandin, piştî rêwîtiya ji 7 mehan gihîşt hedefa xwe.

Rêwîtiya ji 7 mehan li gorî saeta Parîsê saet 20:53'an qediya.

Ji sala 2012'an û vir ve cara yekê ye ku cîhazeke fezayî dadikeve Marsê. Berê jî cîhaza Cûrîosîty a NASA’yê şandibûn Marsê û hîn jî li gerstêrka sor, çalak e.

 Heta niha tenê DYA'yê karibûye robotekî bişînin Marsê. Gelek ceribandinên Ewrûpa û Sovyetê jî têk çûn.

Cîhaza fezayî, ji bo fêhmkirina avabûna Marsê ya beriya bi milyaran salî, wê lêkolînan bike.