'Soçî bi ser neket, çek hatin veşartin'

Ebû Omer Idlibî got peymana Soçiyê ya li ser Idlibê bi ser neketiye û got, ''Tirkiye wiha tevdigere weke ku li gorî peymana  Soçiyê diçe. Îstîxbarata Tirkiyê yên ku Soçiyê qebûl nakin dikuje''.

Fermandarê Giştî yê Lîwa Şîmal Demokratîk Ebû Omer Idlibî, li ser mijara bê ka Peymana Soçiyê bi ser ket an na ji ANF'ê re axivî.

'TIRKIYÊ KOMÊN TERORÊ DERBASÎ IDLIBÊ KIR'

Ebû Omer Idlibî ku li Idlibê heta 2014'an li gel hêzên xwe li dijî DAÎŞ'ê şer kirî got: 

''Mintiqeya Idlibê, 2011'an dema ku şoreşê dest pê kirî, yek ji wan bajarê pêşî bû ku li ber rejîma dîktator rabûbû. Gelê Idlibê ji destpêka şoreşê ve mezlûm e. Gelê Idlibê destpêkê dema ku rabûyî ji bo demokrasî û azadiyê rabû. Mixabin piştre rejîmê bi tundiyeke hişk bi ser wan de çû. Ji neçarî têkoşîn qulibî ser têkoşîna çekdarî.

Ev rewş bi dilê Tirkiyê jî bû. Gelek komên terorê derbasî Idlibê kir û ew xwedî kirin. Tirkiyê û Katarê tim desteka madî dane van komên çete. Hêzên ku bi rastî demokrasî dixwestin ji Idlibê hatin derxistin û tasfîyekirin. Idlib roj bi roj bû navenda çeteyên ku bi destê Tirkiyê ve têne rêvebirin. ''

'HÊZÊN DEMOKRASIYÊ TASFIYE KIRIN'

Omer bi berdewamî got hêzên demokrat ên li Idlibê bi fermana Tirkiyê ji hêla komên terorîst ve hatine tasfiyekirin, ji Idlibê hatin derxistin û got, ''Em hêzên weke me ku bi navên cuda têdikoşîn 2014'an ji Idlibê hatin derxistin. Dema ku li dijî rejîmê û DAÎŞ'ê me şer dikri Cebhet El Nusra êrîş bi ser me de anî. Ji bo ku em li dijî DAÎŞ'ê têdikoşîn, ji ber ku em li dij bûn ku şoreşê bînin ser rêya cîhanê hewl dan ku me tasfiye bikin.

Berê Tirkiyê destek dida hemû koman. Lê dema ku me qebûl nekir ku şoreşê bixin ser rêya cîhanê desteka li ser me qut kirin. Dema ku me têkoşîna xwe li dijî DAÎŞ'ê didomand, hemû komên terorê bi fermanda Tirkiyê êrîş anîn ser me û em neçar hiştin ku ji Idlibê derkevin.''

'SOÇÎ BI SER NEKET'

Ebû Omer Idlibî got ji destpêkê ve ew li dijî peymana Soçiyê bûn, ya di navbeyna Tirkiyê,  Rûsya û Îranê de bûn û got, ''Em li dij bûn ji ber ku me dizanîbû ku di sûda vê tifaqê ji bo gelên Sûriyêji bo Idlibê nebû. Ev peyman tenê ji bo berjewendiya Rûsya û Tirkiyê hate kirin.

Lê ji hêla dî ve jî me zanîbû ku Tirkiye wê bikêr neyê ku şertên tifaqa Soçiyê bi cih bîne. Em her car têkiliyê bi gelê xwe yê welatparêz ê Idlibê re datînin. Wan gotin biryara herêma bêçkekirinê ya li Soçiyê hatî standin li Idlibê pêk nehatiye . Li wir Cephet El Nusra û çeteyên dî yên bi ser Tirkiyê ve hemû çekên xwe yên giran veşartin.''

'ÎSTÎXBARATA TIRK OPERASYONÊ DIKE'

Ebû Omer her wiha got Tirkiye weke ku peymana Soçiyê bi cih tîne tevdigere lê ji aliyekî ve jî MÎT a Tirk bi suîkastên li ser fermandarên HTŞ'ê peyamê dide Rûsyayê. Omer got, ''Van demên dawî komên li wir bi hev dikevin û gin fermandar têne kuştin. Îstîxbarata Tirk suîkastê li fermandarên HTŞ'ê dike û vê peyamê dide Rûsyayê, ''Ez hewl didim HTŞ'ê tasfiye bikim, ez li dij wan têdikoşim.

Lê em dizanin ku armanca Tİrkiyê ne tinekirina komên teorê ye. Ew pir bikaranîn û wê dîsa wan bi kar bîne. Beşek ji wan jixwe derbasî Efrînê kirin. Lê kî peymana Soçiyê qebûl nake wan dikuje. Ev rewş demeke dî jî dikare wiha bidome. Lê bi rehetî dikarim bibêjim, ti niyeta Tirkiyê tine ku ji Idlibê derkeve. Bi teqezî dixwaze li Idlib, Efrîn û Şehbayê bimîne. Ji bo vê jî her lîstikê wê bilîze.''