Siûdiyan bi êrîşên hewayî li Hûsiyan dan
Koalîasyona Ereban a ku Siûdî Erebistan pêşengiya wê dike li dijî Hûsiyên li Yemenê 57 êrîşên hewayî li dar xist.
Koalîasyona Ereban a ku Siûdî Erebistan pêşengiya wê dike li dijî Hûsiyên li Yemenê 57 êrîşên hewayî li dar xist.
Koalîsyona Ereban diyar kirin ku li dijî êrîşên Hûsiyan ên dawîn wan êrîşeke berfireh a hewayî li dar xistine.
Hûsiyan ji televîzona El Mesîre re diyar kirin ku roja Çarşemê li Sanaya paytext û Saadaya li bakur herî kêm 57 êrîşên hewayî hatine lidarxistin.
Berdevkê koalîsyona Ereban albay Turkî El Malîkî li Riyadê daxuyanî da rojnamegeran û got, “Ev operasyon bersiva li dijî gefa Hûsiyan e.”