Siûdî Erebîstan û YEE li ser projeyên mezin li hev kirin

Siûdî Erebîstan û Yekîtiya Emîrtiyên Ereban (YEE) di aliyê aborî, leşkerî û gelek qadên cihê de li ser mijarên stratejî û projeyan li hev kirin.

Siûdî Erebîstan û YEE yên di cîhana Ereban de xwedî aboriya herî mezin in, ji bo hê zêdetir li hev bikin, li ser 60 projeyan li hev kirin.

Her du welatên di warê petrolê de xwedî dewlemendiyeke mezin, di warên sektora banka, rezemanî, pîşesazî, enerjiya nûkleer, petrol û gaz dîsa di warê leşkerî de li ser projeyên hevpar li hev kirin.

Hat ragihandin ku wê li ser vê bernameya lihevkirinê di nava 5 salên li pêşiya me de bikevin meryetê.

Ev bername, di nava her du welatan li bajarê Cîdde yê rojavayê Siûdî Erebîstan şeva Çarşemê di civîneke asta jor de hate kirin. civîn bi serokatiya Prensên parêzgeha Siûdî Erebîstan Muhammed Bîn Salman û prensê Parêzgha YEE’yê Şêx Muhammed Bîn Ziyadî El Nahyan pêk hat.