Sînordariyên li Spanyayê ji bilî Madrîd-Barselonayê radibin

Li Spanyayê ku Covîd-19'ê derbeke giran lê daye ji Duşemê û pê ve wê qedexeya derketina derve were sistkirin, lê ji bo Madrîd û Barselonayê wê sist nekin.

Li Spanyayê li gorî daneyên dawî 27 hezar û 500 kes ji ber koronaye mirine û li Ewropa Spanya yek ji wan welatan e ku Covîd-19'ê derbeke giran lê daye. Ev du meh in ku li Spanyayê qedexeya derketine derve heye, ji Duşemê û pê ve wê qedexe were sistkirin.

Qonax bi qonax heta dawiya Hezîranê sînordarkirin bidomin. Gava pêşî wê sînodarî li Valence, Grenada, Malaga û Toledo were sistkirin. Serê vê heftiyê jî qedexeyên li bakurê welêt û deverên bejahiyê hatibû rakirin. Li van herêman destûr hate dayin ku kafe û bar vebin û qedexeya ser serdanên malbatî hate rakirin.

Lê li Madrîdê û derdora wê û paytexta Katalonyayê ku pandemiyê herî pir bandora xwe li ser wan kiribû qedexe wê bidomin.

Li herêmên ku wê qedexe Duşemê lê rabin 70 ji 100'î nifûsa welêt dijî, ku tevahiya nifûsa welêt 46 milyon e.