Sînemaya Kurdan parçeyekî berxwedana gelê Kurd e

Ozlem Arzeba a ku senarîst û derhênera fîlmê Berfîn a Koma Sîneçiya ye: Sînemaya Kurdan parçeyekî berxwedana gelê Kurd e. Derdekî me heye û qada ku em dikarin vî derdê xwe lê bibêjin jî sînema ye.

Fîlmê ‘Berfîn’ a ku ji aliyê Sîneçiya di sala 2017’an de dest bi kişandin wê hatibû kirin, piştî ku di Festîvala Fîlman Hambûrgê ya 10’emîn promiyesa wê hate kirin wê sibê di Festîvala Fîlman a New Yorkê were nîşandan.

Ozlem Arzeba senarîst û derhênera fîlm e. Fîlm li ser zaroka bi navê Berfîn e ya ku bavê wê ji aliyê dewleta Tirk tê qetilkirin, dêya wê tê girtin û ew jî tevlî nav refên gerîlayan dibe. Piştî salan dêya wê jî tevlî nav refên gerîlayan dibe û ew û dêya xwe hev dibînin.

Ev fîlm ji çîrokeke rastîn hatiye çêkirin û li çiyayan di bin şertên giran de hatiye kişandin. Derhênera fîlm Ozlem Arzeba ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku sînemaya Kurdan parçeyekî berxwedana gelê Kurd e.

Tê dîtin ku ev fîlm di nav şertên dijwar de hatiye kişandin. Senaryoyeke wê ya balkêş heye. Em qala destpêkirina senaryoyê bikin. Ev senaryo xeyalî ye yan jî çîrokeke rastîn e?

Me ji çîrokekê ev senaryo nivîsand. A rast hin çîrok hebûn. Ev jî veguherîn çîrokekê. Em fikirîn ku ev çîrok bibe fîlm wê çawa be. Kesên ku tevlî nav refên gerîlayan dibin, gelek ji wan xizmên hev in. Me jî ji çîrokeke wisa dest pê kir. Ev çîrok bû senaryo û me jî kir fîlm.

Berfîn kî ye?

Berfîn endameke malbata Kurd e ya ku kêm zêde di nav têkoşînê de mezin bûye. Piçekî ez im, piçekî tu yî.. Parçeyekî ji me hemûyan e. Berfîn hemû kes in ên ku di civakê de êşê dikişînin û li hemberî van êşan dixwaze helwesta xwe zelal bike.

We ji çîrokeke rastîn dest pê kir û senaryo wisa ava bû..

Ez ne bawer im ku çîrokeke ku di nav civaka me de tunebe, di Sînemaya Kurdan de derkeve pêş. Tişta ku tê nîşandan divê kêm zêde wekî realîteyê be. Di nav civaka me de kes nikare bibêje ku ez rastî çîrokeke wisa nehatime û tiştekî wisa nehatiye jiyîn. Tştên ku hatine serê me, kêm zêde dişibin hev û ev jî rastiyek e. Sînemaya Kurdan jî ev e ku divê wê rastiyê bike fîlm.

Ev tercîhek bû yan jî sedemeke wê ya din hebû?

A rast her du jî hebû. Em dikarin bibêjin ku têkoşîna Kurdan a di qada sînemayê de gelekî nû ye. Di vî warî de di 20-30 salên dawîn de hin ceribandin tê kirin. Em jî hin tiştan diceribînin. Jixwe em di nav şertên asayî de najîn. Em bi derfetên biçûk dixwazin hin tiştan hilberînin. Derdekî me heye û qada ku em dikarin vî derdê xwe lê bibêjin jî sînema ye. Em bi rêya sînemayê hewl didin serboriyên xwe bidin nîşandan.

A rast sînemaya Kurdan jî dibe teyisandina berxwedana gelê Kurd a li ser perdeyê. Çawa ku gelê Kurd ji bo azadiyê li ber xwe dide, sînema jî parçeyekî vê berxwedanê ye…

Li welatê me berxwedaneke mezin heye. Sînemaya me jî bi awayekî xwezayî dibe parçeyekî wê berxwedanê. Sînemaya Kurdan jî di nav berxwedaneke wisa de ye. Ji ber ku gelê me li ber xwe dide. Ev li Bakur, Rojava û Rojhilat jî wisa ye. Li Başûr û dîasporayê jî gelê me li ber xwe dide. Ev jî tê wateya ku gelek zext li ser wan heye. Li hemberî vî tiştî serhildanek jî heye. Gelê me di warê siyasî, aborî, çekdarî li her qadê li ber xwe didin. Sînemaya me jî nabe ku dûrî vî tiştî be.

Te qala tecrubeya mezin a sînemaya cîhanê kir. Lê ew sînema bi feraseta mêran çarçoveya wê hatiye xêzkirin. Lê di sînemaya çîyê de zêdetir nêrîna jinê serdest e. Di fîlmê te de jin senarîst e, derhêner …

Tişta ku jin dijîn piranî nayê dîtin. Ev li cîhanê jî wisa ye, li welatê me jî wisa ye. Meseleya jinan tê piştguhkirin. Lê têkoşîna me di vî warî de hin tişt parçe kir. Em jin ne xerîbê vê rewşê ne û bi salan in em van tiştan dijîn. Tişta ku hûn qal dikin di wêje û sînemayê de jî wisa ye. Şikandina hin tiştan ji bo me girîng bû. Dibe ku gavên biçûk bû lê ji bo me gavên di sînemayê de girîng bû.

Sînema, roman û berhemên şoreşa cîhanê cih nade hin meseleyan. Lê di fîlmê de karakterek heye ku nikare biryara xwe bide. Ev bûye gaveke cesûr. Ev tercîheke taybet bû yan jî sedemek wê hebû.

A rast em dikarin bibêjin ku em di vî warî de dereng mane.

Çima?

Belkî em bikaribin vê bi şertan vebêjin. Mirov nikare sînameyeke baş ji tiştên ku hatine jiyîn bêrî bike û binirxîne. Lê şertên ku em di nav de dijîn, bûn sedem ku li ser vê mijarê em bi giran tevbigerin. Mirov dikare bi dehan mînakên wiha bide. Çîrokên pir mezin ên vê civakê hene. Jiyîn, têkoşîn, êş û kêfxweşiyên gelê me yên li çar parçeyên Kurdistanê çîrokên pir xurt û hatine jiyîn bi dest me ve tînin. Mîna deryayekê..Ya me, belkî dilopek ji vê deryayê be.

Baş e, ên ku li fîlmê we temaşe kirin, li ser vê mijarê bi çi helwestê bûn?

Hin mirovan di vê çîrokê de çîroka xwe dîtin. Helwestên baş bûn, helbet rexne jî hebûn. Hin rexne hebûn ku di gotin ji hêla teknîk ve hin tiştên ku diviya bihatan kirpandin zêdetir beloq bûna.

Heke em werin ser qonaxa qeydkirina fîlm...

Ev bi serê xwe fîlmek e..Nîvê fîlm li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate girtin. Em dikarin bibêjin li qadeke şer hate girtin. Ji ber ku li devereke ku dewleta Tirk êrîş dianî ser ev fîlm hate girtin. Li mekanekî wiha girtina fîlmekî, danîna setê û pêkanîna tişta ku em dixwazin zehmet e. Heke mirov rast bibêje, ji bo ku mirov lê fîlm bigire ne guncan bû. Nîvê dî yê fîlm jî li Mexmûrê hate girtin. Em dikarin bibêjin berhema kêferateke rikdar e.

Li hêlekê şerekî ku dom dike û berxwedan û li hêla dî hûn bi wan şertan fîlm çêdikin. Ez dibêjim qey gelek kes vê meraq dikin..

Fîlmekî gerîla ye. Li qadên gerîla tê girtin. Li gorî vê, divê mirov xwe li gorî her şert û rewşê hazir bike. Ji ber ku fîlmê gerîla bû, bi sirûştî bi malzeme û teknîka berdest me da ber xwe ku bigihijn encamê. Ne pêkan e ku mirov setên mezin deyne, ronkahiyên mezin sazkar bike. Em, ên ku di ekîbê de, hem derhêner, hem şefê ronkahiyê, hem lîstikvan û hem jî derhênerê deng bûn.

Gelek lîstikvanên sînameya çiyê ya Kurd her wiha gerîla û şervan in. Divê mirov vê çawa bibîne?

Rast e, gelek lîstikvanên me her wiha gerîla bûn. Li wir hin peywirên wan hene ku divê bi cih bînin, li gel vê bi xebateke girtina fîlm hûn diçin cem wan. Rewşeke zor û cihê ye. Mînak, ji lîstikvanên me 2 gerîla piştre şehîd bûn. Sînameya Kurd hinekî wiha bi pêş ve diçe..

Fîlma Berfîn, ne şaş bim tevlî hin festîvalan bû. Tevlî ya festîvala fîlman a Hambûrge bû, niha jî li New Yorkê ye...Helwest çilo ne?

Dema ku mirov bala xwe dide berhema ku derketî holê, mirov dibîne ku eleqeyek heye. Berfîn rojên derbasbûyî tevlî nav Festîvala Fîlman a li Hambûrgê bû. Eleqeyek hebû, 6'ê Kanûnê wê tevlî festîvala New Yorkê bibe. Dîsa hin fîlmên jinan wê biçin festîvalê.

Projeyên we yên nû hene?

Em li kûderê dibin bila bibin, li welatê me, li nav civaka me çîrok hene ku li bendê ne bibin sînema. Li ser vê hin hewldanên me hene. Bi me, divê ev çîrok bibin senaryo û werin ser perdeya spî. Niha li ber destê me çend proje hene. Heke şert û merc çêbibin em ê dest bi girtina van bikin.

Em ji fîlma Berfîn spoiyekê bidin. Dema ku Berfîn li dibistanê ye, mamosteyê wê piştî ku li ber nivîsa ''Çi şad e ew kes ku dibêje ez Tirk im'' li ser piyekê wê, wê dihêle û erza wê dişkîne û dibêjiyê, ''biçe cihê xwe'' û hema di sehneya piştî vê de em dibînin ku Berfîn bi meqabên gerîla, bi rengekî xurt pê li erdê dike. Bi vê sahneyê hûn dixwazin çi peyamê bidin Kurdan û Tirkan?

Pergal Kurdan bi du şetan qebûl dike. Ya pêşî dixwaze ku Kurd bêdeng bin û ya dî dixwaze ku Kurd asîmîle bibin û entegreyî pergalê bibin. Ji bilî vê Kurdên li ser piya û bi şexsiyeta xwe ji hêla pergalê ve nayên qebûlkirin. Em vê di jiyana Berfîn de dibînin. Pergal wê qebûl nake. Dema ku jê re dibêje, ''biçe cihê xwe'', ew jî diçe cihê ku bi nasname û şexsiyeta xwe bikaribe lê bijî. Ll wir diçe cihê ku bikaribe rûmeta xwe biparêze. Cihê wê ew der e..