Silêmanî şoreşgerên xwe nafiroşe

Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê li dijî biryara DYA'yê wêneyên şoreşgerên Kurdistanê bi nivîsa 'Em şoreşgerên xwe nafiroşin' li deriyê kafeteryayekê hatin daliqandin. Şêniyên bajêr jî gotin, "Her sê şoreşger, şoreşgerên her çar parçeyan e."

Kafeteryaya Mala Cindy li ser cadeya Salmî ya bajarê Silêmaniyê ye, ku di nava rojê de gelek kes serdana wê dikin. Xwediyê kafeyê li dijî biryara DYA'yê wêneyên 3 pêşeng û şoreşgerên Kurd weke tablo bi deriyê kafeteryayê daliqand û bi zimanên Kurdî û Îngilîzî nivîsa 'Silêmanî Şoreşgerên xwe nafiroşe' nivîsand.

Têkildarî mijarê xwediyê kafê Hawkar Reşîd ji ANF'ê re axivî û got; "Piştî ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê têkildarî 3 pêşeng û şoreşgerên Kurd, me jî li dijî biryarê helwesta xwe bi vê tabloyê nîşan da. Tu nirxek nikare pêşeng û şoreşgerên me bikire. Divê gelê Kurd li dijî vê biryarê helwestê nîşan bide. Her sê pêşeng û şoreşgerên Kurd tenê ji bo parçeyekî Kurdistanê naxebitin, ew şoreşgerên her çar parçeyên Kurdistanê ne."

Welatiyê bi navê Nêçîrvan Nûrî ku rojane diçe kafeteryayê keyfxweşiya xwe ya ji bo danîna tabloyê anî ziman û wiha got; "Biryara Wezareta Derve ya Amerîkayê ya li dijî şoreşger û pêşengên Kurd wiha nîşan da ku Kurd bê hêz in û dewletên cuda li ser Kurdan hesab dikin. Divê gelê Kurd li dijî vê biryarê helwest nîşan bide. Divê em hemû bibêjin; em pêşeng û şoreşgerên xwe nafiroşin."

Welatiyê bi navê Nizar Fitah jî li ser heman got; "Gelê Kurd gelekî xwedî şeref û rûmet e, şoreşger û pêşengên xwe ji bo pereyan nafiroşe. Em biryara DYA'yê bi tundî şermezar dikin."