Seyîd Elo: Ocalan rêberê gelên bindest hemûyan e

Dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Sûriyeyê bû, yek ji kesên ku serdana wî kir Seyîd Elo yê ji Hesekê bû. Elo got, Ocalan rêberê gelên bindest hemûyan e.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema ku li Sûriyeyê bû di salên 1990'î de bi hezaran kesî serdana wî dikirin. Yek ji wan jî Seyîd Elo yê ji Hesekê bû. Elo qala wê demê kir.

Elo parêzerek e ku ji navçeya Amûdê ya Qamişloyê koçî Hesekê kiriye. Sala 1975'an piştî ku şoreşa li Başûrê Kurdistanê têk çû hêviyên wî yên der barê Kurd û Kurdistanê de jî winda bûn. Elo got, "Dijmin bi her rengî Kurd dorpêç kiribû. Ya rast êdî lêgerînek jî hebû. Di demeke wiha de di dema darbeya sala 1980'î ya cûntaya leşkerî de Serok derkete holê û dest bi têkoşînê kir. Wê demê zexteke giran li Kurdan dihate kirin. Tevî vê yekê hêzeke wiha, nêrîneke nû ji xwe re metirsîdar didîtin. Di dema Kenan Evren de gelek Kurd û şoreşger hatin qetilkirin. Lewma Serok berê xwe da Rojhilata Navîn.

Di rewşeke wiha de destpêkê li Lubnanê piştre jî li Sûriyeyê dest bi kar kir. Wê demê me bihîst ku hin şoreşger hene û ji wan re telebe tê gotin. Digotin ku rêberek heye û wê şoreş pêk were. Piştre derkete holê ku PKK ye. Me bi wan re têkilî danîn. Em guherîn, em pê hesiyan ku hin tişt winda bûne, me xwe û rabirdûya xwe nas kir. Hêdî hêdî me tevger nas kir. Sala 1990'î dema ku ji leşkeriyê vegeriyam tevlî kar bûm. Piştî salek du salan li Hesekê tevlî karê rêxistinbûna gel bûm."

Seyîd Elo piştî ku tevlî kar bû di komîteya rewşenbîran de xebitî û got, "Min Serok qet nedîtibû, televîzyon û çapemenî jî mîna niha pêşketî nebû. Tenê kaset ji me re dihat û ji bo em tiştekî jê fêhm bikin me gelek caran lê temaşe dikir. Zor û zehmetî jî hebûn, bêguman me gelekî dixwest Serok bibînin. Li herêma Cizîrê sala 1996'an hate gotin ku komek wê serdana Serok bike. Yek jî yek ji wan kesan bûm ku wê biçûya. Em nêzî 100 kes çûn Şamê û destpêkê li malên dostên welatparêz belav bûn.

Serê sibehê em çûn kampê, em fikirîn ku Serok wê çawa bê wê çi bike. Ji ber ku fikir û felsefeya wî li dinyayê belav bûbû. Her kesî qala wî dikir, şoreş wê demê heta astekê êdî dihate naskirin. Bi taybetî serhildanên Bakurê Kurdistanê gihîştibû astekê. Her kesî Serok gelekî meraq dikir, wê çi biaxive, çi dike. Me dît ku Serok hatiye, silav da her kesî. Yek bi yek li navê me, eşîra me û bajarê em lê ne pirsî. Piştre jî dest bi axaftinê kir.

Ya ku herî zêde bala min kişand ew bû ku sê-çar saetan li ser piyan axivî. Ji me re qalê kir ku divê em şoreşê, dijminê xwe, kesayetiya xwe çawa nas bikin, mafên xwe nas bikin. Em gelekî kêfxweş bûbûn ji vê hevdîtinê. Me dît ku bi rastî jî Rêberekî hêja û têgihiştiye. Lê belê ne tenê rêberê gelê Kurd bû, ew rêberê gelên bindest hemûyan bû."

Elo anî ziman ku her kesên ji serdanê vegeriyan bi daxwazeke mezintir dest bi kar kirin û got, "Di sala 1995'an de televîzyon vebû bû. Me wê demê hin dîmen dît. Beriya em biçin wê derê faşîstên dewleta Tirk bi teqînekê xwestin Rêber Apo ji holê rabikin. Li devera civîna me me çalek dît ku ji ber teqînê rû dabû."

Elo anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûyerên dema berê qewimîn baş nirxand, ji bo şoreşê baş şîrove kir û got, "PKK niha li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilatê Kurdistanê û Rojhilata Navîn û Ewropayê belav bûye. Mezin bûye û her didome. Em îro li Rojava jî berhemên vê nêrînê dibînin."