Serokkomarê berê yê Ermenistanê hate girtin

Serokkomarê berê yê Ermenistanê Robert Koçaryan, ji ber nelirêtiya hilbijartinê hate girtin.

Rayedarên Ermenistanê bi sûcdariya ku ‘pergala destûra bingehîn xera kiriye’ Koçaryan girt. Koçaryan di navbera salên 1998-2008’an de serokkomar bû.

Koçaryan heke sûcdar were dîtin, dibe ku 15 salan cezayê girtîgehê lê were birrîn. Sûcdariya li ser Koçaryan ev e ku dek û dolab kiriye. Alîgirên namzetê mûxalefetê yê wê serdemê Levon Ter Pevrosyan, wê çaxê nerazîbûn nîşan dabûn ku di hilbijartinan de dek û dolab hatiye kirin.

Koçaryan ê 63 salî beriya girtinê daxuyanî dabû  kanala televîzyonê ya Yerkîrê û gotibû, “Ez ê têkevim girtîgehê û ez ê heta dawiyê têbikoşim. Ez bawer im, ez ê bi ser bikevim.”

Sarkîsyan yê ku tifaqa Koçeryanê ku di sala 2008’an de di hilbijartina serokkomariyê de bi ser ketibû, heta meha Adarê li welat li ser hikum bû. Piştî çalakiyên protestoyê, Sarkîsyan neçar mabû ku îstîfa bike.