Serokê Parlamena Iraqê êrîşa Îranê şermezar kir

Serokê Parlamena Iraqê Mûhammed El Halbûsî êrîşa Îranê ya ku “Serweriya Iraqê bin pê dike” şermezar kir.

Serokê Parlamena Iraqê El Halbûsî êrîşa bi moşekan ya rejîma Îranê ya li dijî baregehên leşkerî yên DYE’yê şermezar kir.

El Halbûsî daxuyaniyek nivîskî da û wiha got; “Em êrîşa vê sibê ya Îranê ku serweriya Iraqê binpê dike, şermezar dikin. Em naxwazin ku aliyên şer dikin Iraqê bikin qada şerê xwe.”

Rêveberiya Iraqê êrîşa 3’ê Çileyê ya DYE ku fermandarê Îranî Qasim Silêmanî û fermandarekî Heşdî Şebî hatibû kuştin, şermezar kiribû. Parlamentoyê piştre bi pêşnûme qanûnekê daxwaza derketina leşkerên Emerîka kiribû.