Serokê Fermandariya Giştî ya Teywanê di qezaya helîkopterê de mir

Serokê Fermandariya Giştî ya Teywanê û heft efser di qezaya helîkopterê de jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Teywanê, Serokê Fermandariya Giştî Shen Yî-mîng û sê jê general heft efserên payebilind di qezaya helîkopterê de jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku helîkotera bi tîpa Black Hawk li qadeke daristanî ya nêzî Taîpeî kete xwarê. Hate gotin, rayedarên leşkerî dema ku ji bo wezîfeyeke rûtîn diçûn baregeha leşkerî ya li Yûlan a li bakur rojhilatê giravê qeza kirin.

Fermandarê Hêzên Hewayî yê Teywanê Hsîûng Hoû-chî daxuyaniyek da rojnamevanan û diyar kir ku 5 leşker ji qezayê rizgar bûne.

Serokkomarê Teywanê Tsaî Îng-wen ragihand ku wî kampanya xwe ya hilbijartinê ya ji bo sê rojan betal kiriye. Tê payin ku hilbijartin di 11'ê Çileyê de bê kirin. Sedema qezayê hîn nayê zanîn.