Serlêdana 5 hezar penaberên ji Tirkiyeyê nehat qebûlkirin

Hikumeta Merkel, tevî ku binpêkirina mafên mirovan û kiryarên antî demokratîk ên li Tirkiyeyê rexne dike jî, serlêdana penaberên ji vî welatî tên bi giranî qebûl nake.

Sala 2017'an, serlêdana penaberiyê ya 5040 welatiyên Tirkiyeyê bi rengekî bê hincet hatin redkirin.

Li gorî nûçeya rojnameya Tagesspîegelê, ji destpêka sala 2017'an û vir ve 8547 welatiyên Tirkiyeyê ji bo penaberiyê serî li Daîreya Penaberan û Koçberiyê ya Federal dan.

Lê belê 5040 ji van serlêdanan bi rengekî bê hincet hatin redkirin. Rayedaran li ser sedema redkirina serlêdanan agahî nedan û tenê gotin, "Serlêdan yek bi yek tên lêkolînkirin."

Saziyên penaberiyê, vê helwesta hikumeta Elman rexne dikin. Rêveberê rêxistina bi navê Pro-Asyl Gunter Bûrkhardt got, "Bûyerên rojane yên li Tirkiyeyê diqewimin, di dema serlêdana penaberiyê de ji nedîtî ve tên."

Hevserokê Partiya Keskan Cem Ozdemîr jî ji rojnameyê re axivî û got, "Zêdebûna hejmara penaberên ji Tirkiyeyê, zextên li vî welatî radixe pêş çavan." Ozdemîr diyar kir, ku têkildarî serlêdanan divê helwest li gorî qanûnên penaberiyê bê nîşandan û bang li Daîreya Penaberiyê û Koçberiyê ya Federal kir ku bi rengekî cidî hemû serlêdanan yek bi yek lêkolîn bike.

Sala 2016'an, 8,2 ji sedî yê serlêdêrên penaberiya siyasî yên ji Tirkiyeyê hatibûn qebûlkirin. Ev rêje sala 2015'an 15,7 ji sedî bû. Tevî ku hejmara penaberên ji Tirkiyeyê tên zêde bûye û li gel krîza bi rejîma Erdogan re derketiye holê, piraniya serlêdanên li Elmanyayê nayên qebûlkirin.